Dadgehê ji ber heqareta li Şêx Seîd ceza da Umît Ozdag
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê Partiya Zaferê Umît Ozdag, ji ber parvekirineke xwe ya li ser medyaya civakî ya li ser Rêberê Kurd Şêx Seîd, 6 hezar û 500 lîreyên Tirkî cezayê pereyê lê hat birîn.
Neviyên Şêx Seîd, ji ber parvekirineke Umît Ozdag a ku tê de heqaret li Şêx Seîd kiribû, 9ê Çiriya Paşîn a 2024an serî li dadgehê dabû û gilî kiribû.
Li ser vê giliyê, li Dadgeha Cezayan a Xinûsê ya parêzgeha Erziromê doz hatibû vekirin.
Rûniştina biryarê ya dozê doh hat lidarxistin û dadgehê biryara xwe eşkere kir.
Dadgehê diyar kir ku parvekirina ji hesabê Xê yê bi navê “umitozdag” hatiye kirin, sûcê “bi awayekî eşkere heqareta li bibîranîna kesekî” pêk aniye.
Dadgehê bal kişand ser wê yekê ku parvekirin ji hesabekî ku ji her kesî re vekiriye hatiye kirin û rewşa "eşkerebûna sûc" li ber çavan girt.
Her wiha dadgehê mafê giliyê yê neviyên Şêx Seîd jî rewa dît.
Hincetên Ozdag nehatin qebûlkirin
Ozdag di parastina xwe de hincetên wekî "nasnameya siyasî", "nîqaşa giştî" û "nirxandina dîrokî" pêşkêş kiribûn lê dadgehê ev hincet qebûl nekirin.
Dadgehê destnîşan kir ku ev rewş gotinên heqaretê ji aliyê hiqûqî ve rewa nakin.
Di encama dozê de, dadgehê 6 hezar û 500 lîreyên Tirkî (nêzîkî 150 dolarên Amerîkî dike) ceza li Umît Ozdag birî.
Her wiha dadgehê biryara "bipaşxistina eşkerekirina hukim" da.
Umît Ozdag bi nijadperestî û dijayetiya Kurdan tê naskirin.
Ew gelek caran di daxuyaniyên xwe û parvekirinên xwe yên li ser medyaya civakî de kesayet û rêberên Kurdan dike armanc û heqaretê li nirxên Kurdan dike.