Li ser sînorê Rojava û Bakurê Kurdistanê roja jinan hat pîrozkirn


Qamişlo (Rûdaw) –
Îro  hejmarek jinên Rojava û Bakurê Kurdistanê li ser her du aliyên sînor kom bûn û roja jinê ya cîhanê pîroz kirin.

Nûçegihana Rûdawê li bajarê Qamişlo da zanîn ku şandeke jinên Rojavayê Kurdistanê ku ji 10 jinan pêk tê di rêya Başûrê Kurdistanê re derbasî Bakurê Kurdistanê bibûn da ku ligel jinên bakur wê çalakiyê birêk bixin.

 

Li gorî nûçegihana Rûdawê, îro, saet derdora 09:00 bi dema Qamişlo, jinên Rojavayê Kurdistanê ji aliyê Qamişlo û yên Bakurê Kurdistanê ji aliyê Nisêbînê ve li ser her du aliyên sînor kom bûn û çalakiyên pîrozkirina û roja jinê ya cîhanê dan destpêkirin.

 

Nûçegihana Rûdawê diyar kir ku ji bilî jinên kurd, jinên ereb û aşûrî jî tevlî çalkiyan bûn û komên folklorî yên wan bi dîlan û şano beşdarî bernameyê pîrozkirinê bûn.