Almanya derbarê bikaranîna çekên di şerê PKKê û pêşmege de çi daxwazek nekiriye

07-03-2017
RÛDAW
Nîşan Almanya Şingal Pêşmerge PKK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Felah Mistefa ragihand, ku hikûmeta Almanyayê derbarê bikaranîna çekên almanî di pevçûna Şigalê de daxwaza ronkirinê ji wan nekiriye.

 

Rojnameya Der Spiegela almanî îdîa kir, ku hikûymeta Almanyayê derbarê bikaranîna çekên almanî di şerê di navbera hêzên kurdî yên Şingalê de ji hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaza ronkirinekê kiriye.

 

Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Felah Mistefa ji Rûdawê re ragihand, “Weke Fermangeha Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji aliyê hikûmeta Almanyayê ve ti daxwazek bi vî awayî ji me nekiriye.”

 

Almanya yek ji wan welatên herî bi bandor ê Hevpeymaniya Navdewletî ya Li Dijî DAIŞê ye. Almanyayê piştî destpêkirina êrîşên DAIŞê yên li ser Kurdistanê ji aliyê leşkerî ve hevkariya Hêzên Pêşmerge kir.

 

Roja înê 3ê Adara 2017ê, li Komelgeha Xanesor a ser bi bajarokê Sinûnê di navbera pêşmergeyên Leşkerê Roj û hêzeke ser bi PKKê ya bi navê Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) de şer derket.

 

Di encama şer de, 7 çekdarên YBŞê jiyana xwe ji dest dan û 20 çekdarên din jî birîndar bûn. Herwiha di heman pevçûnê de, 4 pêşmerge jî birîndar bibûn.

 

Piştî rawestandina şer, fermandeyên Hêza Pêşmerge û PKKê bi hev re civiyan û li ser agirbesteke 24 saetî li hev kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst