Kurdistanê pêşwazî li Papa Francis kir

07-03-2021

22:18

Berdevkê HSD: Serdana Papa hêviyek li ba me çêkir

Berdevkê HSDê Kîno Gabriel

Hewlêr (Rûdaw) – Berdevkê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Kîno Gabriel derbar serdana Papayê Vatîkanê Papa Francis bo Herêma Kurdistanê de ragihand ku wê sedana Papa hêviyek ji bo Krîstiyanên herêmê çêkiriye.

Berdevkê HSDê Kîno Gabriel beşdarî bultena Rûdawê bû têkildarî serdana Papayê Vatîkanê Papa Francis bo Herêma Kurdistaê axivî.

Kîno Gabriel derbarê serdana Papa ji bo Herêma Kurdistanê de ragihand, ku ew serdan ji bo parastina Krîstiyanan girîng e û hêviyek li cem wan çê kir.

Gabriel wiha got: “Ez wekû kesekî mesîhî, serdana Papa Francis bo Iraq û Kurdistanê cihê şanaziyê dibînin, ji nav hemî xalan, pitşevanî û piştrastkirina wî ya ji giringiya pêkvejiyan û aştiyê re li Rojhilata Navîn, Iraq Kurdistanê, ji xwe Sûriye jî ji bîr nekir, ev yek peyamekê li xwe hildigire. Wekî din jî, vê hatina wî ji bo me Mesîhiyan bi hemî beşên xwe ve ku li Rojhilata Navîn dimînin û warê wan e, pir giring e.”

Di berdwamiya axavtina xwe de Gabriel got: “Li aliyê din, fişara ku li Mesîhiyan bû û giringiya ku Papa didayê ji bo man û parastina Mesîhiyan û hejmara wan li Rojihilata Navîn û li Iraqê bi taybetî, cihêkî xwe yê taybet li cem me heye, loma, ev yek jî li hikûmetên Rojhilata Navîn vedgire ku wan biparêzin û li rê li ber êrîşa li ser wan bê girtin.”

Bedevkê HSDê hêvî kir ku Papa careke din serdanê Rojvayê Kurdistanê bike û got: “Bi rêya kenala we, ez Papa vedixwînim ku carekê were serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Sûriyeyê bi giştî bike û peyama aştiyê bi xwe re bîne û bibe destek ku çareseriyeke siyasî were peydakirin ku mafê hemî pêkhateyên li xwe bigire. Serdana Papa ji bo Iraqê dibe alîkar ji bo hevgirtin û kewandina birînên wan û em hêvî dikin ku ji bo Sûriyeyê rojek li hev were.”

Derbarê azmûna pêkvejiyana li Rojavayê Kurdistanê Gabrîel got ku ew hêvî dikin ku aliyên li derdora wan sûdê jê wergirin.

Zêdetir bixwîne

21:15

Bavê Alan Kurdî: Ez û Papa bi hev re giriyan

Ebdullah Kurdî
Ebdullah Kurdî
Hewlêr (Rûdaw) - Ebdullah Kurdî, Bavê Alan Kurdî ragihand ku wî li Stadyuma Frenso Herîrî berî ku merasîma Qedasê destpê bike hevdîtinek ligel Papayê Vatîkanê kir û ew herdu bi ehv re ji ber çîroka wî ya dilzîz giriyane.

Papayê Vatîkanê Papa Francis îro Yekşemê 7ê Adara 2021an li Stadyuma Frense Herîrî ya Hewlêrê merasîma mêjûyî ya Qedas bi beşdariya 10 hezar kesan birêve bir.

Ebdullah Kurdî bavê Alan Kurdî ye ku ew zarokê ku temen 3 sal bû, di 2ê Îlona 2015ê de termê wî li peravên Bodruma Tirkiyê hatibû dîtin, û tevî dayik û birayekî xwe li nav deryaya Egeyê xeniqîbûn.

Ebdullah Kurdî ji Rûdawê re ragihand ku wî li Stadyuma Frenso Herîrî berî ku merasîma Qedasê destpê bike hevdîtinek ligel Papayê Vatîkanê Papa Francis kir.

Derbarê hevîdtinê de Ebdullah Kurdî got: “Ez li ser xwesteka Papa hatim, ji ber ku dixwest ku min bibîne. Wî xwestibû, berî ku bê Iraqê, emailek ji min re hat ku dixwaze min bibîne, min jî bawer nedikir û dîdareke wisa nediket bîra min. Ji min re gotin, 7ê mehê li Hewlêrê dixwaze li gel te rûnime. Hikûmeta Iraqê jî texsîr nekir û gelek hêsankarî pêşkêş kirin, ji vir, spasiya xwe ji wan re tînim ziman. Min jî tabloyeke ku êşa Kurdan li xwe digire pêşkêşî wî kir, herwiha min alîkariya zarokên Kurdistanê jê xwest, bi dîdara min gelekî dilzîz bû. Ez dora 10 deqeyan pê re axivîm, ev jî cihê şanaziyê ye bo min. Ev jî logoya Papa ye.”

Ebdullha diyar kir ku ew  gelekî kêfxweş bûye ku hateHerêma Kurdistanê û got: “Eekî din jî me behsa aştî û pêkvejiyanê kir, li aliyê din, Papa ji ber pêşwaziya xelkê ya bikelecan û dîdara me, kêfxweşiya xwe anî ziman. Min xwe negirt, ez giriyam, ji dil jî Papayekî binirx e. Min jê re got ku heger derfet hebe, ez dixwazim ku te bibim ku tu zarokan bibînî, ji ber ku di rewşeke xirab de ne, wî ji xwe negirt, giriya.”

Bavê Alan Kurdî herwiha got: “Hestekî gelekî xweş bû û min bawer nedikir ku dîdareke wisa li hev were. Dema min behsa zarokan kir, giriya, dûre, min jê re got `Piştî ku min binemala xwe ji dest da, min jiyana xwe ji bo zarokan terxan kir`, dûre min jê xwest ku were rewşa zarokan bibîne ku çend xirab e, û dema ku min behsa sermayê kir, hêsirên wî daketin.”

Alan Kurdî yê 3 salî yê ji bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê roja 2ê Îlonê ligel birayekî xwe bi navê Xalib ê 5 salî û dayika wan Rihan a 28 salî dema ku xwastibûn ji Tirkiyeyê ber bi Ewropayê ve herin, di deryaya Spî de xeniqîn û cenazeyê wan li qeraxa bajarê Bodrum ê Tirkiyeyê hatibûn dîtin.

Zêdetir bixwîne

19:33

Papa: Piraniya we birînên berçav û neberçav hildigirin

Papayê Vatîkanê Papa Francis

Hewlêr (Rûdaw) – Papayê Vatîkanê Papa Francis ragihand ku piraniya we birînên berçav û neberçav hildigirin.

Papayê Vatîkanê Papa Francis îro Yekşemê 7ê Adara 2021an li Stadyuma Frense Herîrî ya Hewlêrê merasîma mêjûyî ya Qedas bi beşdariya 10 hezar kesan birêve bir.

Papa di Qedasa xwe de sebira miletê Iraqê han da û got: “Piraniya Iraqiyan birînên berçav û neberçav hildigirin”, wekî din jî sebira miletê Iraqê cihê dilxweşiya Papa bû, loma got: “Hedariya we bû ku hişt ez serî li Iraqê bidim.”  

Papa hêviya xwe anî ziman û got: “Divê em dilê xwe ji dubendiyê bidin şûştin, ji bo ku dilê me paqij bibe, divê ku destê me bi rakirina qirêjiyê were lewtandin.” 

Ji aliyekî din ve Papa li Frenso Herîrî behsa “pêkvejiyana di nav miletê Iraqê de heyî” kir û got: “Hê jî kilîse û Mesîh li Iraqê li ser xwe ne.”  

Di serdana xwe ya mêjûyî û roja taliyê de, nêzkî kavilên kilîseya pîroz a Suryaniyên Katolîk a kevn û wêranbûyî ya li Mûsilî de, berî ku Papa dest bi nimêjê bike, got: “Ev kêmbûna wêran a di hejmara qutabiyên Mesîh de, çi li vir çi jî li tevahiya Rojhilata Navîn, azareke dijwar e ku nayê gotin, wê ne tenê ziyan gihandiye kes û karên xwe, lê li civaka ku li şûn xwe jî hiştiye.”  

Mesîhiyên li Iraqê yên herî kevn li seranserî cîhanê, lê dubendî û şer û pevçûnan ew naçar kirin ku wê bi cî bihêlin. Ji 40 milyon akinciyên Iraqî, tenê 400 hezar mesîhî lê mane, tevî ku hejmara wan di 2003ê de xwe li 1.5 milyonî dixist.

Papa bi dilekî germ hat pêşwazîkirin, wê çaxê jî nimêjker li beramberî Papa û çend berpirsên din ên kilîseyê li ser maseyên xwe rûniştin, û di birêz Mîxîl Necîb Mûsa, rêberê ayînî yê herî bilind. 

Papa di gotina xwe de dilxweşiya xwe ji bo vexwendina rêberê ayînî yê herî bilind Mîxîl Necîb Mûsa a vegera Mesîhiyan bo Mûsilê anî ziman, birêz Mîxalî jî berî wê anîbû ziman ku: “Em hêvî dikin ku Mesîhiyên me li Mûsilê vegerin û bi rola xwe ya vejandina wê de rabin.”

Wekî din jî, Papa ji bo “qurbaniyên şer û pevçûnan” nimêj kir û li aliyekî din da teqezkirin ku “Hêvî ji mirinê mezintir e, aştî ji şeran xurttir e.” 

Wek ku tê zanîn, parêzgeha Mûsilê navenda Mesîhiyan e li Iraqê, li aliyê din jî, kilîse û dêrên wê ku wek şûnwarine kevn tên hesibandin, ji aliyê rêxsitna DAIŞê ve hatin rûxandin. 

Vê serdanê gelek zehmetiyên ewlehiyê jî li xwe digiritin, ji ber ku li gel karwanê wî yê asimanî yê ji Hewlêrê ber bi Mûsilê ve diçû, 5 balafirên leşkerî yên Iraqî jî hebûn, û dema ku daket, bi tirimbêleke dijgule berê xwe dida cihê xwe. 

Di sala 2004ê de, ji ber desteserkirina rêxistina DAIŞê, bi deh hezaran Mesîhiyên Nînewayê hatin koçberkirin, li aliyê din jî, tenê hindek Mesîhî baweriya wan bi hêzên ewlehiyê yên ku tê gotin ku wê gavê dev ji wan berdabû, heye. 

Li aliyê din jî, vê şemiyê, Papa li Urê li gotina xwe ya “Terora ku ziyanê digihîne dîn” zêde kir û got: “Em bawermend, nikarin li hemberî ziyana ku teror digihîne dîn bê deng bimînin, ji me tê xwestin jî ku em li ser vê kêmasiyê bisekinin.”

 

Wekî din jî, Papa bi vê serdana xwe xewnek anî cî, her wek ku Papayê çûyî, Polsê diduyê jî dil hebû ku pêk bîne. 

Ji bilî zehmetiya ewlehiyê, ji ber Covîd-19 jî rewş pir xirab bû ku piraniya xelkê nekarî xwe bigihîne cenabê Papa.

Ji aliyê ewlehiya deverê ve, Hewlêrê heta radeyekê baş e, loma, tevî hejmareke bilind a penaberan Iraqî, di şerê DAIŞê de, bi hezaran Mesîhî, Misilman û Êzdiyan berê xwe da Herêma Kurdistanê.

 

Zêdetir bixwîne

16:31

Papa giheşt Stadyuma Franso Herîrî

Papa Francis li Stadyuma Franso Herîrî

Bi beşdarbûna bêhtirî 10 hezar kesî, Papayê Vatîkanê Papa giheşt Stadyuma Franso Herîrî li Hewlêrê ji bo lidarxistina Qedasa Ayînî.

Di merasîmê de di nav 10 hezar kesan de Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî û cîgirê wî Qubad Talebanî û herwiha çend berpirsên bilind ên Herêma Kurdistanê amade bûn.

Li Stadyuma Franso Herîrî ya Hewlêrê, Krîstiyaniyan bi cilûbergên rengereng û bi dilxweşî pêşwazî li Papa Franscis kir.

 

Zêdetir bixwîne

15:50

Papa di nav dêrên wêranbûyî de ji bo qurbaniyên şer dua kir

Yekem car e Papa serdana Kurdistanê dike

Hewlêr (Rûdaw) - Papayê Vatîkanê Papa Francis îro li Qereqûşê di nav dêrên ku ji aliyê DAIŞê ve hatine wêrankirin, peyama aştiyê da û ji bo qurbaniyên şer dua kir.

Rêberê Rûhanî yê Katolîkan Papa Francis îro demjimêr 08.20 gihişt Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê û ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û berpirsên din ên Kurdistanê û nûberên pêkhateyên ayînî ve hat pêşwazîkirin.

Papa Francis piştî civînên li gel serkirdeyên Herêma Kurdistanê li Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê, berê xwe da navçeya Qereqûş a ser bi Hemdaniyê li Mûsilê.

Li devera Hewş Elbeya ya li Qereqûşê ku 4 dêrên li wê deverê ji aliyê rêxistina DAIŞê ve di navbera salên 2014-2017an de hatibûn wêrankirin, Papa ji bo “hemû qurbaniyên şer û pevçûnan” dua kir.

Papa Farcis di gotarekê de li wê herêma wêrankirî, got, “Tevî her tiştî biratî ji birakujiyê, hêvî ji mirinê û aştî ji şer bihêztir e.”

Herwiha Papa got, “Li vir li Mûsilê, encamên trajîk ên şer û dijminkariyê gelek bi zelalî diyar in. Misilman, Krîstiyan, Êzidî  û yên din; kuştina bi hezaran kesan û koçkirina wan a neçarî ji cih û warên xwe, wêrankirina perestgehên kevnare, armancgirtina vî welatî ku landika şaristaniyetê ye ji aliyê bahozeke nemirovî ve, gelek bêmerhemetî ye.”

Paşê Papa Francis beşdarî ayînekê bû li Dêra Tahîra el Kubra ku ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatibû wêrankirin û piştre careke din hatibû nûjenkirin.

Papa Francis piştî wê ayînê berê xwe da Hewlêrê û biryar e demjimêr 16.00 li Lîstikgeha Franso Herîrî ya li Hewlêrê beşdarî merasîmeke mezin a ayînî bibe ku tê çaverêkirin deh hezar kes tê de cih bigirin.

Zêdetir bixwîne

14:30

Qubad Talebanî bi Îtalî pêşwazî li Papa kir

Qubad Talebanî bi zimanê Îtalî pêşwazî li Papa kir

Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî ku ew jî di merasîma pêşwazîkirina Papa Francis de amade bû, li hejmara xwe ya Twitterê ragihand ku wî bi zimanê Îtalî bixêrhatin li Papa kir.

Di dîmenên wê dema pêşwazîkirinê de li ser bixêrhatinkirina bi zimanê Îtalî Papa Francis keniya û Qubad Talebanî jî dibêje, “Ew a ku Papa pê dilxweş bû, dîtina min bû yan jî şêwazarê Îtaliya min bi wî ecêb hat.”

Zêdetir bixwîne

14:05

Mesrûr Barzanî: Em dê her berevaniyê li azadiya ayînî û ciyawaziyan bikin

Papa îro gihişt Kurdistanê
Papa îro gihişt Kurdistanê

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di twîtekê de derbarê pêşwazîkirina li Papa Francis amaje bi wê kir, peyama xoşewîstî û lêborînê ya Papa Francis û ew pêşwaziya lê hat kirin, pabendiya wan dûpat dike bo agahdarbûna ji rewşa hejar, paşguhxistî û ew ên hatine çewsandin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di wê twîta xwe de diyar kir, bi hev re radewistin bo berevaniya li li azadiya ayînî û ciyawaziyan. Ev jî ji aliyê çendîn nifş ve berdewam hebûye. Ya herî dawî, danîna Xaçê bû li ser dêreke Başîkê ji aliyê “Pêşmergeyên qehreman ve.”

Papa Francis îro, 07.03.2020, li Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîr û berpirsên din ên Herêma Kurdistanê ve hat pêşwazîkirin. Di dema daketinê de Papa destên xwe ji bo axê dirêj kir û ji Nêçîrvan Barzanî re got, “Xweşhalim ku li vir hev dibînîn.”

Paşê di civînek de ku rêzdar Mesrûr Barzanî, Serokwezîr, Mistefa Seyid Qadir, Cîgirê Serok, Qûbad Talebanî, Cîgirê Serokwezîr û Muna Qehweçî, Sekretera Parlemena Kurdistanê amade bûn, Serok Nêçîrvan Barzanî bi xêrhatina Papayê Pîroz kir û got, “Bi navê hemû pêkhatên gelê Kurdistanê ve gelek bi germî bi xêrhatina cenabê we dikim. Serdana we rûdaneke dîrokî ya mezin e, cihê şerefmendî û xweşhaliya me ye û şanaziya hemû gelê Kurdistane ye.”

Papa Francis paşê li gel Serok Mesûd Barzanî civiya ku li gor daxuyaniya hatiye belavkirin, Papa ji Serok Barzanî re ragihand, “We di dema êrişa DAIŞê de Krîstiyan parastin. We wek bira pêşwazî li birayên xwe yên Krîstiyan kir” û her bi vê sedemê jî spasiyên xwe pêşkêşî Serok Barzanî kirin.

Zêdetir bixwîne

12:56

Papa Francis spasiya Serok Barzanî kir

Civîna Serok Barzanî li gel Papa Francis

Hewlêr (Rûdaw) - Ofîsa Serok Mesûd Barzanî derbarê civîna li gel Papa Francis de daxuyaniyek belav kir û ragihand ku Papa spasiya Serok Barzanî kir bo parastina pêkhateyên ayînî û netewî li Herêma Kurdistanê.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin, “Roja yekşem 07.03.2021 li bajarê Hewlêrê Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Papa Fransis Papayê Vatîkan û Katolîkên cîhanê kir.

Di civîneke taybet da Papa Francis piştî gihîştina Hewlêrê li gel Serok Barzanî civiya û di civînê de jî spasiya taybet a Serok Barzanî kir ji bo parastina pêkhatên olî û netewî yên Herêma Kurdistanê û pêkanîna rewşa pêkvejiyana aştiyane ya di navbera wan de.”

Li gor daxuyaniyê di hevdîtinê de Papa Francis ji Serok Barzanî re ragihand: "Kurdistan ji bîra min neçûye, li ser daxwaza we û Serokê Hikûmeta Herêmê hatim vir û serdana we û Serokwezîr ji bîra min neçûye, we ne tenê pêşwaziya min, lê pêşwazî li Krîstiyanan jî kir‌". Papa balkişand li ser wê yekê û got: "We di dema êrîşên DAIŞê de Krîstiyan parastin, we wekî bira pêşwazî li birayên Krîstiyan kir".

Di daxuyaniyê de hatiye gotin, “Di hevdîtinê de, Serok Barzanî hêvî xwest, serdana Papa Francis, birayetî û pêkvejiyana di navbera olan de bihêztir bike û got: "Em şanaziyê bi çanda pêkvejiyana gelê Kurdistanê dikin, çanda pêkvejiyana me birayetî û xweşdiviyê zêdetir kiriye, bi navê hemû pêkhatên Kurdistanê pêşwaziyê li we dikin û serdana we cihê rêzeke zêde ya me ye."

Zêdetir bixwîne

12:37

Cîgirê Mîrê Êzdiyan: Em bi hêvî bûn Papa serdana Şingalê bike

Cîgirê Mîrê Êzdiyan bo Peywendiyan Cewher Elî Beg derbarê serdana Papa de ji Radyoya Rûdawê re axivî

Hewlêr (Rûdaw) - Cîgirê Mîrê Êzdiyan bo Peywendiyan ragihand ku ew wek Êzdî bi hêvî bûn Papa Francis di serdana xwe ya Herêma Kurdistanê de biçûya Şingalê.

Cîgirê Mîrê Êzdiyan bo Peywendiyan Cewher Elî Beg derbarê serdana Papa de ji Radyoya Rûdawê re got: “Hatina Papa bi Iraqê bi giştî û Herêma Kurdistanê bi taybetî gelekî girîng e. Em wek Êzdiyan bi hêvî bûn ku Papa serdana Laliş an kampeke koçberên Êzdî bikira, ji nîzîk ve xelkê me bidîta û bizaniye derdeseriyên wan çine.”

Li gor nexşeya serdanê, Papa Francis serdana Mûsilê kir û li Hewşa Bey`e ligel Kirîstiyanan nimêj kir. Piştre serdana Kenîseya Seyde Tahire ya li Qereqûşê kir. Cîgirê Mîrê Êzdiyan got: “Kêfa me dihat Papa serdana Şingalê bikira daku welatan girîngiyeke zêdetir bi Şingalê bida, ji ber heta niha jî asayîş li wî bajarî nîne û xelkê wê ji ber milmilaneya çekdaran nikarîne vegerin.”

Serê sibeha roja Yekşemê 7ê Adara 2021ê Papayê Vatîkanê Papa Francis bo yekem car di dîrokê de gehişte Herêma Kurdistanê û li Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve bi amadebûna Serok Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û kesayetiyên hikûmî û olî ve pêşwazî lê hat kirin.

Cewher Elî Beg amaje bi wê yekê jî da ku di merasîma pêşwazîkirina Papa de kesayetî kêm bûn, tenê Babe Şêx û Mîr bûn û got: “Li gor me baş bû 20 kes ji me amade bibûna, bi taybetî li firokexaneyê.” Di beşeke din a daxuyaniya xwe de Cîgirê Mîrê Êzdiyan derbarê rewşa Şingalê de tekez kir ku eger Pêşmerge û artêşa Iraqê vegerin Şingalê, asayîş vedigere bajêr.

Piştî nîvroya Yekşemê Papa Francis vedigere Hewlêrê û demjimêr 16:00 li Stadyûma Şehîd Fransiwa Herîrî ya Hewlêrê bi beşdariya 10 hezar kesan merasîma herî mezin a duaya êvara Yekşemê birêve dibe ku zêdeyî 200 ajansên nûçeyan ên cîhanî vediguhêzin û merasîm rasterast li Vatican News tê veguhestin.

Roja Înê 5ê Adara 2021ê Papa Francis gehişte Bexdaya paytexta Iraqê û bi amadebûna serokkomar, serokwezîr û serokê parlamentoyê pêşwazî lê hat kirin. Papa gotarek pêşkêş kir û got: “Ol divê di xizmeta aştî û birayetiyê de be, nabe navê Xweda bo kuştin û terorê bê bikaranîn.”

Papa got: “Ez hatime min aştî ligel xwe aniye û gelek caran me nimêj bi mebesta aştiyê bo Iraqê kiriye.” Herwiha daxwaz ji berpirsên Iraqê kir ku berjewendiyên xwe yên taybet bidin aliyekî û hilgirtina çekan sînordar bikin. Daxawza wî ya sînordarkirina çekan bo hemû cîhanê bû.

Zêdetir bixwîne

12:31

Papa Francis: Li Kurdistanê azadî berqerar e

Papa yekem car e serdana Kurdistanê dike
Papa yekem car e serdana Kurdistanê dike

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê di civîna li gel Papa Francis de bi navê hemû pêkhateyên gelê Kurdistanê ve bixêrhatina Papa kir û got, pêkhateyên Kurdistanê salên dirêj bi hev re rûbirûyê dîktatorî û terorê bûn. Papa Francis jî got, “Hûn pak in, we destê xwe yê bi rehm dirêjî hemûyan kiriye, bo min jî dua bikin.”

Papa Francis di beşeke axaftina xwe de ji Serokê Herêma Kurdistanê re got, “Gelek spas bo vê pêşwaziya mezin ku me li min kir. Demek dirêj e min dixwast serdana Herêma Kurdistanê bikim û kêfxweş im ku îro bi daxwaza we hatim. Gelek pêzanînên min heye, tevî ku hûn di şer de bûn, we pêşwazî li koçberên Mesihiyên Mûsilê û deşta Neynewa û Qereqoş û li pêkhateyên din kir. We himbêza xwe bo Krîstiyanan vekir.”

Nêçîrvan Barzanî behsa wê jî kir, li Herêma Kurdistanê “baweriya me ya temam bi azadiya ayînî û fireayîniyê heye. Lêborîn, pêkvejiyan û hevqebûlkirina di navbera pêkhateyan, nasname û çanda dêrîn a Kurdistanê ye, bi hemû şêweyek parêzgarî li wê çandê dikin.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî got, “Em her tim li gel aştî û diyalogê ne. Em teror û tundûtûjiyê red dikin. Ti caran rê nadin ti pêkhateyeke ayînî yan neteweyî li Herêma Kurdistanê, bibin qurbaniyên teror û tundûtûjiyê.”

Papayê Vatîkanê derbarê armanca serdana bo hewlêr  ji Serokê Herêma Kurdistanê re got, “Hatim ku li gel we bi hev re du abo Mesihiyan û bo hemû mirovahiyê bikin. Dijmin hat bo ku vî welatî têk bide. Lê we bi reseniya xwe xizmet kir û pêşwazî li koçber û pêkhateyên din kir. Şer rûxandin û wêrankirin e, lê we dijmin têk bir û welatên xwe avedan kir.”

Di beşeke din a gotinên xwe de Papa Francis amaje bi wê kir, “Hatim vê axê mubarek bikim. Hûn pak in, we destê xwe yê bi rehm bû hemûyan dirêj kir. Bo min jî dua bikin. Spas bo hemû ewên li gel hemû ayînan û hemû pêkhateyan. Li Kurdistanê azadî berqerar e. Dûbare spasiya pêşwaziya germ û mazûvaniyê dikim.”

Serokê Herêma Kurdistanê derbarê jiyana li Herêma Kurdistanê behsa wê bo Papa kir, “Pêkhateyên Kurdistanê salên dirêj bi hev re rûbirûyê dîktatorî û terorê bûn. Li gel hev gelek qûrbanî dan. Me hemûyan bi hev re rabirdûyeke hevbeş heye. Em hemû bo pêşerojeke hevbeş a baştir bi hev re kar dikin.”

Di dewama gotinên xwe de Serokê Herêma Kurdistanê diyar kir, “Fireyî û pêkhateyên ayînî û netewên Herêma Kurdistanê hêz û dewlemendî ne. m naxwazin Mesihî û Êzidî û pêkhateyek koç bike û welat bicî bihêle.”

Daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser civîna Nêçîrvan Barzanî û Papa Francis;

Berî nîvroya îro yekşem 07.03.2021 li Balafirxaneya Navdewletiya Hewlêrê, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya Papayê Pîroz Fransis, Papayê Vatîkanê kir. Di dema daketinê de Papayê Pîroz destên xwe ji bo axê dirêj kir û ji Serok Nêçîrvan Barzanî re got: Xweşhal im ku li vir hev dibînin.

Paşê di civînek de ku rêzdar Mesrûr Barzanî, Serokwezîr, Mistefa Seyid Qadir, Cîgirê Serok, Qûbad Talebanî, Cîgirê Serokwezîr û Muna Qehweçî, Sekretera Parlemena Kurdistanê amade bûn, Serok Nêçîrvan Barzanî bi xêrhatina Papayê Pîroz kir û got: Bi navê hemû pêkhatên gelê Kurdistanê ve gelek bi germî bi xêrhatina cenabê we dikim. Serdana we rûdaneke dîrokî ya mezin e, cihê şerefmendî û xweşhaliya me ye û şanaziya hemû gelê Kurdistane ye.

Di beşeke din a axaftina xwe de Serok Nêçîrvan Barzanî got: Me baweriyeke tevahî bi azadiya olî û fireh olî heye. Lêborînî û pêkvejiyan û hevdû qebûlkirina di navbera pêkhatan, nasname û çandeke kevnar û dêrîn ya Kurdistanê ye, bi hemû awayekê parêzgeriyê li wê çandê dikin. Em herdem li gel aştî û diyalogê ne, teror û tundiyê red dikin, tu demekê rê nadin hîç pêkhateyeke olî yan neteweyî li Herêma Kurdistanê, bibê qurbana teror û tundiyê.

Serok Nêçîrvan Barzanî herwiha got: Pêkhatên Kurdistanê çendîn salên zêdeye pêkve rûbirûyê dîktatorî û terorê bûne. Pêkve qurbaniyeke gelek mezin dane. Me hemûyan pêkve paşarojeke hevbeş heye. Em hemû ji bo paşerojeke hevbeşê baştir, pêkve kar dikîn. Firehî û pêkhatên olî û neteweyiyên Herêma Kurdistanê hêz û dewlemendin. Em naxwazin Mesîhî û Êzdî û hîç pêkhateyek koç bikin û welat bi cîh bihêlin.

Di beşeke din a axaftina xwe de Serok Nêçîrvan Barzanî dûpat kir ku Mesîhî pêkhateyeke resen û serekiyê Kurdistanê ne, civakeke aştewayîne, wan roleke mezin li avakirin û pêşxistin û parastina welat da dîtiye û dibînin. Çi ji destên me hatiye, ji bo parastina wan me kêmasî nekiriye.

Di dawiyê de jî birêz Serokê Herêma Kurdistanê got: Serdana cenabê we bereket li gel xwe da tîne. Ji bo yarmetîdana Kurdistanê û pêkhatên wê li hemû rûyek ve çavê me li niza û dua û piştgîriya we ye.

Ji aliyê xwe ve Papayê Pîroz li beşeke dinê axaftina xwe de got: Gelek spas ji bo wê pêşwaziya we ya germ dikîn. Demeke dirêje min dixwest serdana Herêma Kurdistanê bikim û xweşhalim ku îro bi dengê vexwendina we ve hatim. Gelek pêzanînên min heye ku ji bilî wê yekê hûn li şer da bûn, lê belê we pêşwaziyê li koçberên Mesîhiyên li Mûsil û Deşta Nînowa û Qereqûş û li pêkhatên din kir. We Mesîhiyan himbêz kiriye.

Herwiha Papayê Pîroz got: Ez hatime heta pêkve li gel we dua ji bo we û ji bo Mesîhiyan û ji bo hemû mirovayetiyê bikîn. Dijmin hat bo ku vî welatî têk bide, lê belê we bi reseniya xwe xizmetê kir û we pêşwaziyê li koçber û pêkhatên din kir. Şer rûxandin û wêrankirine, lê belê we dijminê têkbir û hûn welatê xwe avadan dikin.

Di beşeke dinê axaftina xwe de Papayê Pîroz got: Ez hatime vê axê pîroz bikim. Hûn pakin, we destê dilovaniyê ji bo hemûyan dirêj kiriye, ji bo min jî dua bikin. Spas ji bo we ku hûn li gel hemû olan û hemû pêkhatan de dikin. Li Kurdistanê azadî berqerare. Dûbare spas ji bo pêşwaziya germ û mîhvandariya we.

Zêdetir bixwîne

10:05

Nadya Mûrad nameyek arasteyî Papa Francis kir

Papa li Kurdistanê ye

Hewlêr (Rûdaw) - Wergira Nobela Aştiyê û Çalakvana Kurd a Êzidî Nadya Mûrad li gel 34 rêxistin û grûpên nehukûmî yên Iraqê û navdewletî nameyeke vekirî arasteyî Papayê Vatîkanê Papa Francis kir ku bi serdanekê li Iraq û Herêma Kurdistanê ye.

Li gor medyaya Vatîkanê, di nameyê de Nadya Mûrad, ew rêxistin û grûp, daxwaz jê dikin garantiya parastina kêmîneyên Iraqê bike ku rûbirûyê gefan dibin ji aliyê rêxistinên terorî û ji ber komelek yasa ku li gor gotina Nadya Mûrad “yasayên zulmker in.”

Nadya Mûrad bi navê rêxistina “Destpêşxeriya Nadya” ku rêxistineke nehikûmî ye û sala 2018 bo dakokîkirin li mafên rizgarbûyên jinên Êzidî ji destdirêjî, tundûtûjiyê û dûbare bingehdanîna komelgehên wan di dema krîzan de, hat damezrandin, îmze li lîsta wan rêxistinan kiriye ku name bo Papa Francis şandine.

Di nameyê de Nadya Mûrad û ew rêxistin amaje bi wê dikin, serdana Papa bo Iraqê di demeke hestyar de tê. Hevdem hel û derfeteke girîng bo bihêzkirina binemayên aştî, tebayî û karê bi hev re bo pêşîgirtin li tawanên mezin ku dibin sedema nehametiya bo nifşên nû.

Her di nameyê de tekezî li ser wê jî hatiye kirin, serkutkirin û êrişên tund li dijî kêmîneyên Iraqê li ser bingeha bîrûbaweriyên ayînî di zêdebûneke berdewam de ye û ev rewş jî kêmîneyan neçar dike axa xwe û bapîran bicî bihêlin û bo derveyî welat koç bikin.

Di nameyê de hatiye gotin, tevî şikestina DAIŞê di warê serbazî û di jidestdana axê de, lê êriûên wê heta niha jî berdewam in bo encamdana tawanên dahatûyê. Hevdem gotarên kîn û kerbê ji aliyê beşek ji kesayetên ayînî û radîkaliya bingehîn li dijî  kêmîneyan berdewam in.

Nadya Mûrad, du caran li gel Papa Francis civiyaye. Cara yekem roja 3ê Gulana 2017an bû. Hevdîtina cara duyem jî roja 20ê Kanûna Yekem a 2018an bû ku Nadya Mûrad li gel hevjînê xwe beşdar bû û bûyerên bi serê Kurdên Êzidî hatine bo Papa veguhast.

Nadya Mûrad sala 1993 li gundê Koço li Şingalê jidayîk bû. Çalakvana Kurd a Êzidî ye û sala 2016 wek Balyoza Niyetpakî ya Netewên Yekgirtî hat destnîşankirin. Nadya Mûrad Cotmeha 2018an jî Xelata Nobel a Aştiyê wergirt.

Di dema êrişa DAIŞê de bo ser Şingalê de Nadya Mûrad, dayik, 6 bira û xwîşk û xelkê gund ketin destê çekdarên wê rêxistinê û hatin revandin.

Nadya Mûrad piştî demekê karî xwe ji destê çekdarên DAIŞê rizgar bike û paşê berê xwe da Almanyayê û çareseriya derûnî wergirt ji ber ku rastî gelek îşkence û azara çekdarên wê rêxistina tundrew hatibû.

Zêdetir bixwîne

09:00

Nêçîrvan Barzanî bo Papa: Em her tim li gel aştî û diyalogê ne

-
-

Hewlêr (Rûdaw) – Papayê Vatîkanê Papa Francis îro ji Bexdayê gihişt Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê ku ev yekem serdana Papa ye bo Hewlêrê û wek serdaneke dîrokî tê dîtin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di dema pêşwazîkirina Papa de amaje bi wê kir, “Em bi hemû pêkhateyên Herêma Kurdistanê şanazî bi serdana we dikin û her tim li gel aştî û diyalogê ne.”

Nêçîrvan Barzanî ji Papa Francis re ragihand, “Bi navê Herêma Kurdistanê gelek bi germî bixêrhatinê li qedaseta Papa Francis dikin… Serdana we bûyereke dîrokî ya mezin e û cihê şanazî û kêfxweşiyê ye. Em bi hemû pêkhateyên Herêma Kurdistanê şanazî bi serdana we dikin. Baweriya me ya temam bi azadî û fireayînî heye.”

Serokê Herêma Kurdisstanê behsa wê jî kir, lêborîn, pêkvejiyan û hevqebûlkirina di navbera pêkhateyan, nasname û kultura Kurdistaniyan e.

Nêçîrvan Barzanî ew jî got, em dê bi hemû şiyana xwe berevaniyê li pêkvejiyanê dikin û “her tim li gel aştî û diyalogê ne.”

Li aliyê din Serokê Herêma Kurdistanê li hejmara xwe Twitterê peyamek belav kir û ragihand, “Di destpêka seredana wî ya Kurdistanê de, şerefmend im ku li Hewlêrê pêşwaziya Papa Francis dikim.”

Nêçîrvan Barzanî dibêje, “Em dîsa pêgîriya xwe ya hertimî ji bo aştî, azadiya olî û biratiyê tekez dikin. Serê xwe li ber Pêşmergeyên qehreman û tevaya şehîdên rêya aştî û azadiya hemû Iraqiyan ditewînin.”

Li Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê Papa Francis bi şêwazek taybet bi muzîk û sirûda ayînî pêşwazî lê hat kirin.

 

 

Zêdetir bixwîne

08:36

Serok Barzanî: Hatina Papa Francis bo Hewlêrê peyama aştî û pêkvejiyanê ye

Papa gihişt Hewlêrê
Papa gihişt Hewlêrê

Hewlêr (Rûdaw) - Papayê Vatîkanê Papa Francis îro ji Bexdayê gihişt Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê ku ev yekem serdana Papa ye bo Hewlêrê û wek serdaneke dîrokî tê dîtin.

Papayê Vatîkanê Papa Francis gihîşt Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê. Papa ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîr Mesrûr Barzanî û nûnerên pêkhate û berpirsên din ên Herêma Kurdistanê ve hat pêşwazîkirin.

Papa Francis li Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê li gel Serok Mesûd Barzanî jî hevdîtinek pêk anî.

Li aliyê din Serok Mesûd Barzanî di twîtekê de bixêrhatina Papayê Vatîkanê Papa Francis bo Herêma Kurdistanê kir û got, “Serdana bo Iraq û Herêma Kurdistanê bi rastî dîrokî ye û peyama aştî û pêkvejiyanê hildigire.”

Zêdetir bixwîne

08:35

Papa Francis gihişt Hewlêrê

Papa Francis gihişt Hewlêrê

Hewlêr (Rûdaw) - Papayê Vatîkanê Papa Francis gihîşt Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê. Papa ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîr Mesrûr Barzanî û nûnerên pêkhate û berpirsên din ên Herêma Kurdistanê ve hat pêşwazîkirin.

Li Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê Papa Francis bi şêwazek taybet bi muzîk û sirûda ayînî pêşwazî lê hat kirin.

Zêdetir bixwîne

08:13

Kurdistanê pêşwazî li Papa Francis kir

Papa Francis li Kurdistanê ye

Hewlêr (Rûdaw) - Papayê Vatîkanê Papa Francis îro digihije Hewlêra paytexta Herêma Kurdistana û ji aliyê serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve tê pêşwazîkirin.

Li gor xişteya serdana Papa, saet 8.20 xulek, balafira wî digihije Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê û ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê ve tê pêşwazîkirin.

Papa Francis li hola balafirxaneyê li gel Serokê Herêma Kurdistanê û berpirsên pile bilind yên Herêma Kurdistanê û kesayetiyên olî dicive, piştre bi helîkopterê ber bi Mûsilê bi rê dikeve û diçe navçeya Hibût. Piştre jî saet 11.00 diçe Qereqoş û li kenîseya Tahire el-Kubra beşdarî rêûresmeke olî dike û gotarekê pêşkêş dike.

Saet 12.00 nîvro, Papa Francis vedigere Hewlêrê û berê êvarê saet 16.00 li lîstikgeha Şehîd Franso Herîrî li Hewlêrê bi beşdariya 10 hezar kes, beşdarî merasîma êvara yekşemê dibe û seet 6 êvarî vedigere Bexda.

Roja Duşemê li Balafirxaneya Navdewletî ya Bexda merasîma xatirxwestinê ji bo wî tê rêkxistin û vedigere Roma, biryar e saet 1 piştî nîvro roja duşemê bigihe Roma ya paytexta Îtalyayê.

Zêdetir bixwîne