Li Kirmaşanê dayîkek û 2 zarokên wê hatin kuştin
Hewlêr (Rûdaw) - Di êrişên Amerîka û Îsraîlê yên li ser bajarê Îslamawaya Kirmaşanê de dayîkek û du zarokên wê hatin kuştin.
Îro welatiyekî ji bajarê Îslamawaya parêzgeha Kirmaşanê ji Rûdawê re ragihand:
"Saet 01:00ê berê sibehê, baregeh û navendên Supaya Pasdaran ên li nav bajarê Îslamawayê hatin armanckirin û di encama êrişê de dayîkek û du zarokên wê hatin kuştin."
Wî welatiyî li ser hûrgiliyên bûyerê ev agahî dan:
"Ew dayîk û her du zarokên wê di dema êrişan de di otomobîlekê de bûn û di nêzîkî cihê bûyerê re derbas dibûn. Ew bi temamî şewitîne."
Li gorî gotina wî welatiyî, berê sibeha îro bajarê Îslamawayê çend caran hatiye armanckirin û heta niha jî dengê balafiran li asmanê bajarên parêzgeha Kirmaşanê tê bihîstin.
Îsraîl û Amerîkayê 28ê Sibatê êrişeke berfireh û hevbeş bir ser Îranê.
Ev êriş heta niha jî didomin û di vê demê de çend caran parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê jî bûne armanc.
Li hemberî vê yekê, hêzên çekdar ên Îranê, bi taybetî jî Supaya Pasdaran, bi gelek mûşek û dronan êrişî Îsraîl û baregehên leşkerî yên Amerîkayê yên li herêmê kiriye.
Li gorî amarên dawî yên Saziya Şehîd û Kêmendaman a Îranê, heta niha kuştina hezar û 332 kesan hatiye piştrastkirin û 6 hezar û 186 kes jî birîndar bûne.