Nêçîrvan Barzanî û Recep Tayyîp Erdogan li ser pêşhatên dawî axivîn

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ji bo gotûbêjkirina pêşhatên dawî bi telefonê axivîn.

Li i gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê di wê pêwendiyê de, wan bi hûrgilî bal kişand ser rewşa herêmê û ew alozî û metirsiyên ku di encama şer de çêbûne.

Her du alî hevnêrîn bûn ku berfirehbûna alozîyan metirsiyeke rasteqîne li ser aramî û paşeroja herêmê çêdike lewra wan tekezî li ser pêwîstiya dîtina rêyên siyasî kir ji bo ku rê li ber belavbûna dijberiyan bê girtin û gelan ji wêraniyên şer biparêzin.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ji ber wê rola berçav û erênî ya di alîkariya pêvajoya çareseriyê ya li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê spasiya Nêçîrvan Barzanî kir.

Erdogan her wiha da zanîn ku ev helwest faktorên sereke ne ji bo cîbicîkirina tebayî û bihevrejiyana gelan û kêmkirina alozîyan li herêmê.

Nêçîrvan Barzanî ducare kir ku Herêma Kurdistanê wekî herdem ji bo aramiya herêmê kar dike û piştevaniya her pêngaveke aştiyane û diyalogê dike bo çareserkirina pirsgirêkan, bi awayekî ku asayîş û berjewendiyên giştî yên gelên herêmê werin parastin.