SILÊMANÎ - Li Zirgiwêzeleyê Pêşmergeyekî canê xwe ji dest da
Hewlêr (Rûdaw) - Endamekî Komîteya Navendî ya Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistanê ya Îranê (Komele) ji Rûdawê re diyar kir ku ji ber êrişan Pêşmergeyê wê yê bi navê Ako Rehîmî canê xwe ji dest daye.
Serkirdeyê Komeleyê ji Nûçegihanê Rûdawê Pêşewa Bextiyar re got, “Di bombebarana îşev a Zirgiwêzeleyê ya li Silêmaniyê Pêşmergeyek şehîd ket."
Li gorî wan zanyariyên ku ketine destê mûçegihanê Rûdawê, navê wî Pêşmergeyê ku canê xwe ji dest daye Ako Rehîmî ye û xelkê bajarê Seqizê ye.
Li aliyê din, Komeleyê jî derbarê êrişê de daxuyaniyek belav kir û got, "Di rojên borî de çend caran yek ji kampên me yên li Zirgiwêzelêyê bû armanca çend mûşekan, di encamê de mixabin Pêşmerge û endamekî me yê dilsoz û têkoşer ê bi navê Îsmaîl Rehîmî yê bi nasnavê Ako ku xelkê bajarê Seqizê ye, tevlî karwanê şehîdên Komele û Kurdistanê bû."
Her wiha Komeleyê amaje bi wê yekê jî dike ku birîndarekî wan jî heye û got, "Bi kêfxweşî rewşa wî ya tenduristiyê baş e."
Komeleyê di berdewamiya daxuyaniyê jî de got, "Cihê amajeyê ye ku piştî wê jî êrişên din berdewam bûn ku bi kêfxweşî heta niha xisareke zêdetir nebûye.
Em piştrast in ku ev wekî tevgerên cankêşana dawî ya Komara Îslamî ne û li şûna nîşandana hêzê, çavkaniya xwe ji tirs û lawaziyê digire.
Enerjî û îradeya Komele û Kurdistanê bi van êrişên terorîstî danakeve û natewe."
Ji 28ê Sibatê ve êrişa Amerîka û Îsraîlê ya li ser Îranê dest pê kir û heta niha jî didome.
Ji wê demê ve baregeh û kampên penaberên hêzên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê rûbirûyî çend êrişên dronî û mûşekî bûne, bi wê sedemê du Pêşmergeyan canê xwe ji dest daye û çend Pêşmerge jî birîndar bûne.