Bafil Talebanî: Divê Kurdistan bibe pira çareseriyê, ne qada şer
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî di hevpeyvînekê de nêrînên xwe yên dawî yên li ser şerê di navbera Amerîka, Îsraîl û Îranê de anîn zimên.
Bafil Talebanî qala pêwendiyên xwe yên telefonê yên bi Donald Trump û Ebas Eraqçî re kir.
Bafil Talebanî ji Fox Newsê re diyar kir ku destpêkirina êrişan "cihê şaşmayînê" ye û herêm rûbirûyî zêdebûneke leşkerî ya gelekî mezin bûye.
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) amaje pê kir ku ji çend aliyên cuda ve êrişî Kurdistanê hatiye kirin.
Wî da zanîn ku heta niha ti nîşaneke arambûna rewşê nayê dîtin û berevajî wê aloziyên li herêmê zêde dibin.
Pêwendiya wî ya bi Trump re
Bafil Talebanî li ser guftûgoya xwe ya bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re got:
"Trump gelekî balkêş û dilovan bû. Dema wî digot 'Kurd şervanên mezin in', min di dengê wî de hest bi dilgermî û bandorê dikir."
Serokê YNKyê her wiha got ku Trump ji ber wan salên ku Kurdan li gel hêzên taybet ên Amerîkayê xizmet kiriye gelekî spasdar e.
Wî anî zimên ku Trump tekezî li ser parastina gelê Îraqê kiriye.
"Eraqçî gelekî bê hêvî bû"
Bafil Talebanî eşkere kir ku pêwendiyeke wî ya telefonê bi Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî re jî çêbûye û got:
"Eraqçî bêhêvîbûneke mezin nîşan da. Îraniyan wisa dizanî ku dan û standin bi başî berdewam dikin û biryar bû komîteyeke teknîk bicive.
Ev 45 sal in ku Îranê plan ji bo vî şerî daniye û ew dê berxwedaneke dijwar bikin."
"Li Îranê ti raperîn nîne"
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê diyar kir ku di vê demê de guhertina rejîmê ne li holê ye û wan heta niha li nav Îranê ti raperîna girseyî nedîtiye.
Bafil Talebanî rewşa niha ya Îranê û şerê sala 2003yan ê Îraqê da ber hev û wiha axivî:
"Sala 2003yan di nav Kurd û Şîeyan de li dijî Sedam mixalefeteke rewa û naskirî hebû.
Lê niha li Îranê sembol an rêberekî diyar nîne ku xelk li pey wî biçe."
Wî her wiha gumanên xwe yên li ser şandina hêzên bejahî ji bo welatekî ku bi qasî Ewropaya Rojava mezin e nîşan dan û da zanîn ku ev ne karekî guncav e.
Bafil Talebanî daxuyand ku nabe Kurdên Başûrê Kurdistanê di vî şerî de bibin "serê rim" çimkî ev yek dê ziyateke mezin bide wan û got:
"Divê Kurdistan bibe pira çareseriyê, ne qada şer."
"Tirkiye dê destwerdana leşkerî bike"
Serokê YNKyê got, ji nav axa Herêma Kurdistanê ti operasyona çekdarî ya derbaskirina sînoran a ber bi Îranê ve çênebûye.
Wî diyar kir ku heta niha Pêşmergeyan rê li ber her liv û tevgerê girtiye.
Li gorî dîtina Bafil Talebanî, "Eger Kurd tevlî vî şerî bibin, Tirkiye dê bi awayekî cidî dilgiran bibe û dê destwerdana (midaxele) leşkerî bike."
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê amaje bi rola bavê xwe yê rehmetî Celal Talebanî ya di warê navbeynkariyê de kir û got ku ew amade ne heman rolê bilîzin û got:
"Baweriya min ew e ku di hundirê xwe de Trump aştiyê dixwaze.
Herêma me ji ber şer gelek êş kişandine û pêwîst e ji bo çareserkirina pirsgirêkan rêyeke kêmtir xwînî bê dîtin."