Li Wan, Bedlîs, Erzirom, Qers, Erdexan û Mûşê berf dibare
Hewlêr (Rûdaw) - Berf û hewaya sar bandorê li parêzgehên Wan, Bedlîs, Erzirom, Qers, Erdexan û Mûşê yên Bakurê Kurdistanê dike.
Wan
Berfa ku şevê din dest pê kir îro jî berdewam kir.
Li navenda bajêr jî berf dibare û bajar spî bûye.
Bedlîs
Li navçeya Hîzanê ji şevê din ve berf dibare.
Hemû navçe bi berfê nixumiye.
Erzirom
Berfa ku bi şev li Erziromê bariya bajar careke din spî kir.
Ji ber hewaya sar, li ser banan qeşa çebû û avahî û kaniyên hesinî bi qeşayê nixumîn.
Qers
Berfa ku doh li Qersê dest pê kir, bi navber berdewam dike û bandorê li ser jiyana rojane dike.
Navenda bajêr ji ber berfê careke din spî bûye û li dora avahiyên dîrokî dîmenên xweşik hene.
Berfa ku bandor li navçeya Sarîqamîşê jî kir, her tişt bi rengekî spî nixumand.
Ji ber hewaya sar li ser banên avahiyan qeşa çêbû.
Hinek kesan berfa ku li ber xanî û wesayîtên wan kom bûbû paqij kir.
Erdexan
Berfa zêde bandor li Erdexanê jî kir.
Berfa ku bandor li tevahiya bajêr kir, navenda bajêr û deverên bilind bi spî kirin.
Mûş
Li navçeya Milazgirê ya Mûşê jî berfeke gelekî xweş dibare.
Navenda navçeyê hemû berf e.
Rê û serban hemû berf in.
#WÊNE - Li Wanê berf dibare
— RudawKurdi (@RudawKurdi) March 7, 2026
📸AA pic.twitter.com/E22nlTRXLb