Li Çomanê 2 dron ketin

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarokê Çomanê yê Hewlêrê 2 dron ketin, yek ji wan li nêzîkî Saziya Çavdêriya Civakî ketiye û xisar gihandiye avahiyê

Qaymeqamê Çomanê Ehmed Barzan ji Rûdawê re ragihand:

"2 dron ketine xwarê. Yek jê li nêzîkî avahiya Çavdêriya Civakî û ya din jî li nêzîkî apartmanên gundê Werdeyê ket xwarê.

Tiştek bi kesî nehatiye lê ziyana madî gihiştiye avahiya çavdêriya civakî."

Şeva pêncşemê dronek li bajarê Soranê jî ketibû xwarê û di encamê de 2 kes birîndar bûbûn.

Drona îro ya Çomanê cihê xwe kûr kiriye û ziyan gihiştiye hewş û avahiya Çavdêriya Civakî ya bajêr.

Amerîka û Îsraîl ji 28ê Sibatê ve êrişî Îranê dikin û Îran jî bi armanckirina baregeh û berjewendiyên Amerîkayê yên li herêmê bersivê dide Amerîka û Îsraîlê.

Di wê demê de gelek dron ber bi Herêma Kurdistanê ve hatine şandin.