Pêşmerge û Nobedarên Sînor çûn Pênciwênê: ‘Ti pêwendiya vê bi şer re nîne’

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarê Nobedarên Sînor ê Îraqê ragihand ku ji bo parastina sînorê Îranê ew û Pêşmerge di nava hevahengiyeke berdewam de ne.

Wî amaje pê kir ku sînorên Îraqê bi temamî parastî ne û ti hêz derbasî nav axa Îranê nabe.

Fermandarê Hêzên Nobedarên Sînor ê Îraqê Ferîq Mihemed Ebdulwehab Suker got, “Sînorên Îraqê yên bi hemû welatên cîran re bi temamî parastî ne.”

Wî ew nûçe derewandin ku qala çûna hêzan ji nav Herêma Kurdistanê ve nav Îranê dikin.

Ferîq Mihemed Ebdulwehab Suker got, "Ji bo parastina sînorê bi Îranê re hevahengiyeke berdewam di navbera Hêzên Nobedarên Sînor ên Îraqê û Hêzên Pêşmerge û Asayîşê de heye."

Suker amaje bi wê yekê jî kir ku pêwendî û hevahengiyeke berdewam di navbera fermandarên lîwayên sînor ên Îraqê û hevtayên wan ên li aliyê Îranê de heye.

"Rêgiriyê li her hewlekê dike"

Fermandarê Nobedarên Sînor ê Îraqê got:

"Qebare û şêweyê belavbûna hêzên leşkerî yên Îraqê wisa kiriye ku xeta sînor bibe navçeyeke ewlehiyê ya tund.

Ev yek jî rêgiriyê li her cûre hewlên çûna hêzan a nav Îranê dike."

Zêdetirî hezar û 600 kîlometreyan sînorê Komara Îslamî ya Îranê bi Herêma Kurdistanê û Îraqê re heye.

Li gorî vîdeoyeke ku gihiştiye destê Rûdawê, îro hêzeke Nobedarên Sînor a Îraqê çûye sînorê navçeya Pêniwênê ya parêzgeha Silêmaniyê.

Ev hêz ji çend otomobîl û barhilgirên leşkerî pêk tê û alaya Îraqê li ser wan e.

"Hemû endamên hêzê Kurd in"

Îro şemiyê çavkaniyekî pilebilind ê Nobedarên Sînor ji Rûdawê re got:

"Hemû endamên vê hêzê Kurd in û ji bo tundkirina ewlehiya sînor çûne.

Hêz ji bo parastina sînor û rêgiriya li qaçaxçîtiyê û karên neqanûnî çûye, ti pêwendiya wê bi şer re nîne."

Hişyariya Îranê

Berdevkê Baregeha Navendî ya Xatemul Enbiyayê ya Hêzên Çekdar ên Îranê Îbrahîm Zulfiqarî ragihandibû, "Zanyariyên temam" ên hêzên çekdar ên welatê wî li ser sînoran hene û hemû liv û tevger di bin çavdêriyê de ne.

Îbrahîm Zulfiqarî  hişyariyeke tund dabû berpirsên Herêma Kurdistanê û gotibû:

"Em hişyariyê didin berpirsên Herêma Kurdistanê; em dê wekî hêzên çekdar ên Komara Îslamî bi tundî rûbirûyî her cure gav yan hevkariya ji bo bicihkirina hêzên dijmin li ser sînorên Îranê bibin."

Berdevkê baregehê got, parastina serweriya welatên herêmê li cem wan cihê rêzê ye lê her cihekî ku Amerîka û Îsraîl ji wir çalakî an pêngavên leşkerî li dijî Komara Îslamî ya Îranê pêk bînin, dê bi tundî bibe armanc.