Nêçîrvan Barzanî û Macron: Divê rê li ber berfirehbûna şer bê girtin
Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron tekez kir ku divê rê li ber berfirehbûna şer bê girtin
Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron bi rêya telefonê bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re axivî.
Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser naveroka hevdîtina telefonî daxuyaniyek belav kir.
Li gorî daxuyaniyê, di hevdîtinê de her du aliyan li ser rewşa herêmê û encamên şer behsa nêrînên xwe kir.
Her du aliyan li hemberî metirsiyên zêdebûna aloziyan dilgiraniya xwe ya kûr anî zimên.
Wan tekez kir ku divê hewlên navneteweyî yên ji bo rêgiriya li berfirehbûna şer zêdetir bibin da ku aştî û aramî ji bo gelên herêmê vegere.
Pêwendiyên dualî hatin gotûbêjkirin
Pêwendiyên Fransayê yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re û berdewamiya hevkariyan di beşeke din a hevdîtinê de, hatin gotûbêjkirin.
Her du aliyan xwest ku ew pêwendiyên dostane yên di navbera wan de werin xurtkirin ku di warên cuda de xwedî dîrokeke dirêj a hevkarî û hevahengiyê ne.
Nêçîrvan Barzanî spasiya Macron kir
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo piştgiriya berdewam a ji bo Herêma Kurdistanê û Îraqê spasiya rola Macron û Fransayê kir.
Nêçîrvan Barzanî bi taybetî jî ji bo wan hewlên dîplomatîk ên bi mebesta dûrxistina herêmê ji metirsiyên şer û aloziyan spasiya Serokkomarê Fransayê kir.