Ehmed Hilalî: Beriya cejnê hemû koçberên Efrînê dê vegerin malên xwe
Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Şandeya Serokatiya Sûriyeyê Ehmed Hilalî ragihand ku koçberên Efrîn û Kobaniyê dê beriya Cejna Remezanê vegerin malên xwe.
Berdevkê Şandeya Serokatiya Sûriyeyê ya ji bo bicihanîna peymana li gel HSDyê Ehmed Hilalî ragihand ku şandeya wan îro li Helebê bi Parêzgarê Helebê û Fermandarê Hêzên Navxwe yê Helebê re civiya ye.
Wan di civînê de behsa mekanîzmayên vegerandina koçberên Efrîn û Kobaniyê kiriye.
Ehmed Hilalî da zanîn ku di civînê de berpirsên navçeyên Kobanî û Efrînê jî amade bûn.
Bi gotina wî, koçberên wan her du herêman dê Cejna Remezanê di nava kes û karên xwe de derbas bikin û dê hemû vegerin malên xwe.
"Sibe yan dusbe karwan birê dikevin"
Berdevkê Şandeya Serokatiya Sûriyeyê Ehmed Hilalî li ser hûrgiliyên civînê û pêvajoya vegerê wiha got:
"Şandeya Serokatiyê ya bi serokatiya Emîd Ziyad El Ayîş, li gel Parêzgarê Helebê Ezam Xerîb, Fermandarê Hêzên Navxwe yê li Helebê Ebû Huzeyfe û birêvebirên navçeyên pêwendîdar ên bi dosyeya koçberan re civiya.
Birêvebirê navçeya Efrînê, Birêvebirê navçeya Kobaniyê, endamên Birêvebiriya Parêzgeha Helebê û endamên tîma serokatiyê amade bûn.
Me behsa mekanîzmayên vegerandina koçberan a li hemû navçeyan kir. Hêviya me ew e ku her koçberek vegere navçeya xwe û rojên cejnê di nava kes û karên xwe de be. Înşalah dê beriya wê jî vegerin.
Di demeke nêzîk de, sibe yan dusibe karwanê koçberan dê vegerin malên xwe.
Ji her deverekî bin, eger ji gundê Şiyûxan ê Kobaniyê bin an koçberên Efrînî yên li Hesekê bin, hemû dê vegerin malên xwe.
Ew dê di nava kes û karên xwe de bin û cejna xwe di nava wan de pîroz bikin."