Silêmaniye (Rûdaw) – Hinek welatiyên Herêma Kurdistanê jî ji bo dîtina yariya navbera tîma Real Madrîd a Spanya û tîma Galatasaray ya Tirkiyê diçin Stenbolê. Welatiyekî got, ew dixwaze ala Kurdistanê li nav yarîgehê de bilind bike. Hat zanîn, bilêtên yariyê ji şeva borî ve xilas bûye.
Di çarçoveya yariyên çarefînala lîga şampiyonan a UEFAyê de, tîmên Galatasaray û Real Madrîd dê roja 09.04.2013 li bajarê Stenbolê yê Tirkiyê derkevin hemberî hev.
Ji bo dîtina wê yariya girîng û hestiyar ji her çar aliyên cîhanê temaşevan diçin Stenbolê.
Li Herêma Kurdistanê bi taybet ji bajarê Silêmaniyê jî hinek welatî bilêtên yariyê kirîne û dixwazin li Stenbolê yariyê temaşe bikin.
Jêderekî ji şîrketa geştên hewayî ya Ezmer ji Rûdawê re got, roja duşemê (sibê) dê balafireka şîrketa Turkish Airline bifire Tirkiyê û roja din jî balafireke şîrketa Atlas Jet ji bajarê Silêmaniyê ber bi Stenbolê ve bifire.
Wî jêderî da zanîn, her balafirek dê 170 rêwî hilgire ku li nav wan de gelek kes ji bo dîtina yariyê diçin.
Li gorî wî jêderî, nirxa her bilêteke yariya G. Saray û R. Madrîdê ji 550 dolarî zêdetir e.
Ji aliyekî din welatiyê bi navê Rewa Omer ji Rûdawê re got, ew jî dixwaze li nêzîk ve li yariyê binêre û ji bo wê jî bilêt û tiştên pêwîst dabîn kiriye û ji bo hemûyan 1400 dolar xerc kiriye.
Rewa diyar kir ku ew dixwaze li nav yarîgehê û li pişt gola Real Madrîdê ala Kurdistanê bilind bike.
Li gorî agahiyên rojnamevanekî werzişî yê Dihokê jî, nirxa herî giran a bilêtên yariya han gihîştiye 1100 dolarî.
Yek ji karmendên firotina bilêtên yariya G.Saray û R. Madrîdê ji Rûdawê re got, ji şeva borî (06.04.2013) ve bilêt hemû hatine firotin.
Yariya R. Madrîd û G.Sarayê dê roja 09.04.2013 saet 21:45 li yarîgeha Turk Telekom Arena ya Stenbolê bê lîstin. Yarî dê ji aliyê hekemê Fransa Stephane Laurent Lannoy ve bê birêvebirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse