Qamişlo (Rûdaw) – Jineke kurd a êzîdî, ku ji aliyê endamekî DAIŞê ve hatibû girtin, ji aliyê şervanên YPGê ve hat rizgarkirin.
Li bajarokê Şedadî li başûrê bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê, jineke kurd a êzîdî ji aliyê endamekî DAIŞê ve hatibû revandin.
Wî endamê DAIŞê ew jina êzîdî li mala xwe de hevs kiribû û dest û piyên wê jî girêdabû lê şervanên YPG/YPJê karîn di operasiyonekê de wê jina kurda êzîdî rizgar bikin.
Hat gotin ku ew endamê DAIŞê jî ji aliyê şervanan ve hatiye girtin.
Bajarokê Şedadî, îsal zivistanê ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk ve ji destê DAIŞê hat derxistin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse