Nêçîrvan Barzanî sersaxî ji Fuad Husên re xwest

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, ji ber koça dawî ya hevjîna Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Fuad Husên sersaxî jê re xwest.

Îro hevjîna Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Fuad Husên Carolina Montessoriya ku xelka Holandayê ye koça dawî kir.

Nêçîrvan Barzanî  jî ji ber koça dawî ya Carolina Montessoriyê di peyamekê de sersaxî ji Fuad Husên û malbata wî re xwest.

Di peyama sersaxiyê de Nêçîrvan Barzanî got:

“Ji ber koça dawî ya hevjîna birayê xwe Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Fuad Husên sersaxiyê jê re dixwazim.

Ez ji dil hevbeşê xema wan im.

Ji Xwedayê mezin dixwazim ku Xweda ruhê merhûmê bi dilovaniya xwe şad bike û sebrê bide wî, zarokên wî, malbat û xizmên wan.”