Nêçîrvan Barzanî diçe Îmaratê
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî diçe Îmaratê û dê bi Serokê Îmaratê Mihemed Bîn Zeyd El Nehyan re bicive.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi serdaneke fermî diçe Ebû Dabiya paytexta Îmaratê.
Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser serdanê daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku dê Nêçîrvan Barzanî bi Serokê Îmaratê Mihemed Bîn Zeyd El Nehyan re bicive.
Li gorî daxuyaniyê "Her du serok dê pêwendiyên Îmaratê yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re, bipêşketinên dawî yên herêmê û çend mijarên girîng ên hevbeş gotûbêj bikin."