Roja 39an a şer: Amarên nû yên êrişên li ser Herêma Kurdistanê

Hewlêr (Rûdaw) - Şerê Amerîka û Îsraîlê yê li gel Îranê didome.

Bi domandina vî şerî re, hejmara êrişên bi dron û mûşekan ên li Herêma Kurdistanê û bîlançoya wan êrişan jî zêdetir dibin.

Di êrişa dawî ya ku berê sibeha îro hat kirin de du hevjîn şehîd ketin.

Li gorî amarên Rûdawê yên ku rojane tên tomarkirin, ji demjimêr 12:00ê nîvroya duşemê heta 11:00ê sibeha îro, bi 27 dron û mûşekan êrişî Herêma Kurdistanê hatiye kirin.

Ji vê hejmarê 25 êriş li Hewlêr û navçeyên wê bûn.

Her wiha du caran jî bi dronan êrişî Îdareya Serbixwe ya Raperînê ya parêzgeha Silêmaniyê hat kirin.

Li gorî amarên dawî yên Rûdawê, ji 28ê Sibatê heta nîvroya îro, bi 698 dron û mûşekan êrişî Herêma Kurdistanê hatiye kirin.

Di encama van êrişan de 16 kesan canê xwe ji dest daye.

Amarên êrişên ên li Herêma Kurdistanê

Amarên herî nû yên êrişan li gorî parêzgehan wiha ne:

Hewlêr: 558 dron û mûşek

Silêmanî: 113 dron û mûşek

Dihok: 25 dron û mûşek

Helebce: 2 dron

Êrişên herî nû yên li ser Herêma Kurdistanê

- Demjimêr 08:25ê sibeha îro, dengekî bilind li asmanê Hewlêrê hat bihîstin. Hîn ne diyar e ka cureyê êrişê û encama wê çi ye.

- Nêzîkî demjimêr 09:30ê sibeha îro, çend dengên din li Hewlêrê hatin bihîstin. Li gorî zanyariyên Rûdawê, di êrişê de herî kêm 3 dron hatine bikaranîn û ew dron hatine teqandin.

- Demjimêr 12:15ê berê sibeha îro, li gundê Zergezewiyê yê navçeya Dareşekranê ya parêzgeha Hewlêrê dronek li mala welatiyekî ket. Di encamê de du hevjînên bi navên Mûsa Enwer Resûl û Mijde Esed Hesen şehîd ketin.

- Nêzîkî demjimêr 12:20ê berê sibeha îro, bi dronekê êrişî Hewlêrê hat kirin. Aliyên ewlehiyê encama vê êrişê ranegihandiye.

- Demjimêr 12:49ê berê sibeha îro, dronek li asmanê Hewlêrê hat teqandin.

- Demjimêr 21:09ê şeva duşemê, dronek li asmanê Hewlêrê hat têkşikandin.

- Nêzîkî demjimêr 21:15ê şeva duşemê, 3 dron li asmanê Hewlêrê hatin têkşikandin.

- Nêzîkî demjimêr 15:00ê duşemê, 6 dron li asmanê Hewlêrê hatin teqandin.

- Êvara duşemê, bi 2 dronan êrişî Koyeyê hat kirin. Çavkaniyeke Koyeyê ji Rûdawê re got, ziyanên canî nebûne.

- Demjimêr 16:45ê êvara doh, baregeha Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) a li nêzîkî Dêgeleyê ya li parêzgeha Hewlêrê hat bombebarankirin. Îro sêşemê berpirsekî wê partiyê ji Rûdawê re got: "Êriş bi 4 dronan hat kirin, ji bilî ziyanên li malên kesûkarên Pêşmergeyan ketine, ziyanên canî nebûne."

- Demjimêr 19:50ê êvara duşemê, du dengên mezin li Hewlêrê hatin bihîstin. Li gorî zanyariyan, dron bûne û li asman hatine têkşikandin.

Nêzîkî demjimêr 12:00ê nîvê şeva duşemê, bi 2 dronan êrişî du deverên Îdareya Serbixwe ya Raperînê yên parêzgeha Silêmaniyê hat kirin. Ne diyar e ka ziyanên canî hene yan na.

Qurbaniyên êrişan

Li gorî amaran, di encama êrişên ji 28ê Sibatê heta 7ê Nîsanê de, 16 kesan canê xwe ji dest da û 93 kes jî birîndar bûn.

Ji wan kesên ku canê xwe ji dest daye, 6 kes Pêşmergeyên Fermandariya Devera Yekê bûn ku li navçeya Xelîfanê yê parêzgeha Hewlêrê şehîd ketibûn.

Her wiha karmendekî Asayîşê li Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê şehîd ket. Du kes hevjîn bûn û li mala xwe hatin şehîdkirin.

6 kesên din Pêşmergeyên sê partiyên Rojhilatê Kurdistanê bûn.

Du ji wan li Hewlêrê, du ji wan li parêzgeha Silêmaniyê û du Pêşmergerên din jî li navçeya Başîqê ya li Deşta Neynewayê şehîd bûn.

Her wiha 12ê Adarê leşkerekî Fransî li Hewlêrê canê xwe ji dest da.

Li gorî amarên Rûdawê yên hevkirî, beşek ji birîndaran ev in: 30 Pêşmergeyên Fermandariya Devera Yekê ya li Îdareya Serbixwe ya Soranê, 3 karmendên Asayîşê li Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê, 3 Pêşmerge û 2 parêzvanên taybet li baregeha berê ya Neteweyên Yekbûyî ya li Silêmaniyê, parêzvanekî Hotela Titanicê ya li Silêmaniyê.

Her wiha 2 karmendên Parastina Sivîlan a Xelîfanê, 2 Pêşmergeyên Hêzên 70yî û polîsek jî birîndar bûne.

Li aliyê din di nav birîndaran de 18 sivîl hene. Yek ji wan li Hewlêrê karê kuryeyê dikir.

Birîndarek li Kampa Bacid Kendalê ya li Zaxoyê, hemşîreyek li Kampa Azadiyê ya li Koyeyê, 3 sivîlên ji Rojhilatê Kurdistanê yên li Kampa Zewî Spî ya li Koyeyê û zarokek jî li taxa Qelawê ya Silêmaniyê birîndar bûn.

Her wiha 2 welatî li Kampa Cejnikanê ya li Hewlêrê û 4 welatî li taxeke Hewlêrê birîndar bûn.

2 xwendekar li navçeya Xebatê ya parêzgeha Hewlêrê û 31ê Adarê jî 3 ciwan li Hewlêrê birîndar bûn.

Birîndarên din jî Pêşmergeyên partiyên Rojhilatê Kurdistanê û 5 leşkerên Fransayî yên li Hewlêrê bûn.

Deverên ku rastî êrişan hatine

Parêzgeha Hewlêrê:

Dron û mûşek li van navçe, gund û taxan ketine: Gundê Zergezewiyê, gundê Kêşkeyê, Dola Melekanê, Herîr, Kanî Qirjale, Balîsan, Xebat, navçeya Rizgariyê, Spîlk, Mela Qere, Karêzan, Kampa Zewî Spî, Kampa Cejnikanê, Dream City, Kesnezan, Pîrzîn, taxa Fermanberan, Sêbîran, Roşenbîrî, Jiyan, Kurdistan, Newroz, Nûseran, Hevalan, Gundê Koreyê, Gezne, Behirke, Enkawa, Xelîfan, Balafirgeha Hewlêrê û derdora wê, Dêgele, Kampa Azadiyê, Çoman, Soran û baregeha yekîneyên Pêşmergeyan.

Parêzgeha Silêmaniyê:

Silêmanî, Îdareya Serbixwe ya Raperînê, gundê Şêx Weysawayê, Girdî Rîaye, Mêrgepan, Qelawe, taxa Beranan, Kolana 60 Metreyî, gundê Zirgiwêzê, gundê Zirgiwêzeleyê, navçeya Sûrdaşê, qezaya Kifriyê, Hêzên 70yî yên Pêşmergeyan, taxa Tasluceyê, Çiyayê Zimnakoyê û baregeha yekîneyên Pêşmergeyan.

Parêzgehên Dihokê:

Qada petrolê ya Sersingê, Kampa Bacid Kendalê, Akrê, navçeya Bicîlê, qezaya Berdereşê û taxa Maltayê ya li bajêr.

Her wiha 3 dronên din li qada petrolê ya Çemankê ketin xwarê û li Amediyê jî 3 dron ketin xwarê.

Parêzgeha Helebceyê:

Navenda Helebceyê û Çiyayê Şinruyê jî ji wan cihan bûn ku di êrişekê de bi 2 dronan hatin armancgirtin.