Serok Barzanî: Îradeya gelê Kurdistanê ji hemû êriş û dronan biheztir e
Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî li ser şehîdxistina du welatiyên li gundekî Hewlêrê peyamek belav kir û got, "Ev lûtkeya tawanbarî û zilmeke mezin e."
Serok Barzanî destnîşan kir ku welatiyên bêguneh ên Kurdistanê bi vî awayî û bêyî ti hincetê dibin armanca "kîneke kor."
“Ev êriş zilmeke mezin e”
Serok Barzanî di peyama xwe de diyar kir ku şehîdkirina welatiyên sivîl ên Herêma Kurdistanê ti û serbilindiyê bi xwe re nayîne û anî zimên:
"Îradeya gelê Kurdistanê ji hemû êriş, êrişkar û dronan biheztir e û ti carî naşike. Gelê Kurdistanê pişta xwe bi Xwedê û rewayetiya doza xwe girê daye."
“Îradeya gelê Kurdistanê ti carî naşike”
Peyama Serok Mesûd Barzanî ev e:
“Bi navê Xwedayê mezin û dilovan,
Şeva borî careke din êrişên neheq li ser Herêma Kurdistanê hatin kirin.
Mixabin di encamê de du welatiyên bêguneh li gundê Zergezewiyê yê Hewlêrê ve ji ber drona Îranê şehîd ketin.
Ev lûtkeya tawanbarî û zilmeke mezin e. Welatiyên bêguneh ên Kurdistanê bi vî awayî û bêyî ti hincetê dibin armanca kîneke kor.
Şehîdbûna wan her du welatiyên bêguneh dilê me hemûyan bi êş û xeman dagirt.
Ez sersaxiyê ji malbat û xizmên her du şehîdan re dixwazim. Xwedayê Mezin wan bi bihişta xwe şad bike.
Şehîdkirina welatiyên sivîl ên Herêma Kurdistanê ti serbilindiyê bi xwe re nayîne.
Îradeya gelê Kurdistanê ji hemû êriş, êrişkar û dronan biheztir e û ti carî naşike. Gelê Kurdistanê pişta xwe bi Xwedê û rewayetiya doza xwe girê daye.
Mesûd Barzanî
7ê Nîsana 2026an”
Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw îro ji Rûdawê re ragihandibû ku dronek li gundê Zergezewiyê yê devera Ziraretiyê rasterast li maleke sivîlan ketiye.
Di encama wê êrişê de welatiyê bi navê Mûsa Zirarî û hevjîna wî Mijde şehîd ketin.