Hezar malbatên din ên koçber vedigerin Efrînê

Hewlêr (Rûdaw) - Tê plankirin ku dawiya vê hefteyê 1000 malbatên Efrînî ji herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê vegerin Efrînê.

Çavkaniyekê Rêveberiya Xweser ji Rûdawê re ragihand ku dê heta pêncşema pêşiya me, 1000 malbatên koçber ên Efrînî vegerin malên xwe.

Li gorî heman çavkaniyê, kesên ku vedigerin xelkê bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê bi xwe ne û ji wan re hatiye gotin ku ew dê rasterast vegerin ser mal û milkên xwe.

Destpêka vê hefteyê jî 400 malbatên Efrînî bi hevahengiya navbera Hikûmeta Sûriyeyê û Rêveberiya Xweser vegeriyabûn bajarê xwe.