Ciwanekî Kurd ê 20 salî ji aliyê 'birayê xwe' ve hat kuştin

Hewlêr (Rûdaw) – Li gundekî ser bi parêzgeha Hewlêrê ve ciwanekî Kurd ji aliyê birayê xwe yê biçûk ve hat kuştin. Niştecihên gund ji Rûdawê re gotin, bûyer ji ber “sedemeke civakî” bûye, malbatê derbarê bûyerê de ti zanyarî neda Rûdawê û gotin, ew li benda qanûnê ne bûyerê zelal bike.

Bûyer êvara roja Şemiyê 6ê Gulana 2023 li gundê Mastawe yê ser bi nehyaya Şemamik a Hewlêrê çê bûye.

Li gor zanyariyên ku Rûdawê bi dest xistine, ciwanekî 20 salî ji aliyê birayê xwe yê 15 salî ve hatiye kuştin.

Peyamnêra Rûdawê, Peyam Serbest îro Yekşemê 7ê Gulanê ji bo şopandina bûyerê û bidestxistina zanyariyan çû gundê Mastawe û ragihand, “xelkên gund û cîranên wan herd u birayan dibêjin, birayê ku hatiye kuştin “Amanc Aram Qadir” û 20 salî ye, birayê biçûk jî 15 salî ye û navê wî “I. Aram Qadir” e ku bi kuştina birayê xwe tê tohmetbarkirin.”

Bi gotina xelkê gundê Mastawe, dema ku Amanc di xew de bûyer, birayê wî yê biçûk bi kêran li wî xistiye û ew kuştiye.

Xelkên gund dibêjin, ew demek bû ku di navbera herdu aliyan de pirsgirêk hebûn û pirsgirêka wan jî civakî bû.

Malbata wan her du birayan amade nebûn derbarê hûrgilî û sedema bûyerê de biaxivin û ji Rûdawê re gotin, ew bûyerê ji yasayê re dihêlin.

Li gor zanyariyên Rûdawê, tohmetbarê bûyerê ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatiye desteserkirin.

Polîsê Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de dibêje, “Sala bihorî 455 bûyerên kuştina bi qestî, bi şaşî û xwekuştin li Herêma Kurdistanê hatine tomarkirin.”