KILÎS - Kesekî ji Rojavayê Kurdistanê hat girtin, hincet YPG ye
Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Kilîsê ya Bakurê Kurdistanê, kesekî ji Rojavayê Kurdistanê bi hinceta endamtiya YPGyê hat girtin.
Li gorî medyaya fermî ya Tirkiyeyê, tîmên Fermandariya Cendirmeyan a Kilîsê bi serpereştiya Serdozgeriya Komarê ya Kilîsê li navçeya Qirqamîşê ya Dîlokê ya li ser sînorê Rojava û Bakurê Kurdistanê, S.E.A.yê ji Rojavayê Kurdistanê desteser kir.
Li gorî nûçeyê, S.E.A. bi hinceta ku "beşdarî çalakiyên YPGyê bûye" dema ku xwestiye ji Rojavayê Kurdistanê bi qaçaxî derbasî Bakurê Kurdistanê bibe hatiye desteserkirin.
Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê, S.E.A. piştî karên îfadewergirtinê bir Dadgeha Kilîsê.
S.E.A. bi hinceta endamtiya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) hat girtin.