Bi serokatiya Mezlûm Ebdî partiyeke nû tê avakirin?

Hewlêr (Rûdaw) - Serkirdeyekî Rêveberiya Xweser nûçeyên li ser hilweşandina partiyên di nav Rêveberiyê de, bi taybetî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) red kir.

Wî ev gotegot wekî "bêbingeh" bi nav kirin û çavkaniyekî agahdar ê ji Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) jî ev yek piştrast kir.

Gotegot belav bûbûn ku dê partiyeke nû ya siyasî li Rojavayê Kurdistanê bi serokatiya Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî were avakirin.

Hatibû îdiakirin ku ev partî dê ji partî û hêzên nav Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) pêk bê.

MSD sala 2015an li bajarê Dêrikê yê parêzgeha Hisîçayê wekî baskê siyasî yê HSDyê hatibû avakirin û gelek partî û tevgerên siyasî li xwe digire.

"Lêveger gaveke pêwîst e"

Serkirdeyê Rêveberiya Xweser Sîhanok Dîbo ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivî û got, "Dûr e ku partiyeke nû were avakirin" û diyar kir ku Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) dê meha îlonê kongreya xwe ya asayî li dar bixe.

Sîhanok Dîbo li ser avakirina lêvegereke Kurdî ya li Rojavayê Kurdistanê jî anî ziman ku ev yek "di vê qonaxê de gava herî pêwîst e".

Wî destnîşan kir ku divê Pirsgirêka Kurdan li Sûriyeyê "were çareserkirin û hewla piştguhkirina wê neyê dayîn."

Sîhanok Dîbo piştgiriya xwe ya ji bo avakirina vê lêvegerê anî ziman û got:

"Dê bibe gaveke di cih de ku kar û barên lêvegera Kurdî werin birêxistinkirin û xwedî rengekî rêxistinî yê bipêşketî be.

Bi vî awayî dê karibe daxwazên gelê Kurd li Sûriyeyê baştir bîne ziman û hemû mafên Kurdan di destûrê de garantî bike."

Dîbo li ser girêdana navê Mezlûm Ebdî ya bi xebatên avakirina vê lêvegera nû re eşkere kir:

"Hema bêje lihevkirinek li ser kesayetiya General Mezlûm heye ku serokatiya lêvegerê bike."

Lê wî piştrast nekir ku niha xebateke çalak ji bo vê yekê heye an na.

Mezlûm Ebdî ku îhtimala derxistina cilên leşkerî û lixwekirina cilên dîplomatîk red nekiribû, meha sibatê li Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê daxuyaniyek dabû.

Wî amaje bi wê yekê kiribû ku dibe ku ji bo amadehiya qonaxa bê, xebatên avakirina lêvegereke Kurdî li Rojavayê Kurdistanê werin kirin.

Dîbo her wiha anî ziman:

"Tiştekî asayî ye ku di qonaxa bê de lêvegereke Kurdî ji bo Rojavayê Kurdistanê hebe ku vîna gelê Kurd li Sûriyeyê nîşan bide û ti aliyên çalak û giranbiha li derveyî wê nemînin."

Sîhanok Dîbo destnîşan kir ku divê "Pirsgirêka Kurdan ne tenê ji aliyê çandî û zimanî ve, wekî gel û pirsgirêkekê were çareserkirin."

"Fikir hat redkirin"

Li ser avakirina partiyeke nû ya siyasî ya ji partiyên nav MSDyê, çavkaniyekî agahdar ê ji heman meclisê ev nûçe ji Rûdawê re red kirin û wekî "tenê analîz û zanyariyên şaş" bi nav kir.

Heman çavkaniyê bal kişand ser wê yekê ku di nav MSDyê de "fikra" avakirina partiyeke Kurdî ya Sûriyeyî hatiye nîqaşkirin lê li gorî gotina wî, ev fikir "hatiye redkirin".

Wî her wiha piştrast kir ku di qonaxa niha de ti tevger ji bo avakirina lêvegereke Kurdî nînin.

Lê diyar kir ku eger lêvegerek were avakirin, Mezlûm Ebdî "kesayetiyeke qebûlkirî ye."

"Heta niha rewş ne zelal e"

Nûnera Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) a Amerîkayê Sînem Mihemed jî ji Rûdawê re axivî.

Sînem Mihemedê anî zimên ku li ser avakirina lêvegereke siyasî ya Kurdî ya li Rojavayê Kurdistanê "heta niha ti zanyariyên zelal û eşkere nînin."

Sînem Mihemedê diyar kir ku di dema niha de avakirina lêvegerekê "tiştekî pêwîst û rast e".

Wê eşkere kir ku biryara hilweşandina partiyên nav MSDyê "ne girêdayî serkirdayetiya meclisê, girêdayî partiyan bi xwe ye."

Hezîrana 2025an ji bo nûnertiya hêzên sereke yên Kurdî yên li Sûriyeyê (Partiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdî û Encumena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê) şandeyeke hevpar a Kurdî hatibû avakirin ku bi Şamê re diyalogê bike lê ev şande nehat çalakkirin.

Ev yek di demekê de ye ku li gorî rêkeftina 29ê Kanûna Paşîn pêvajoya "tevlîbûna" saziyên leşkerî û îdarî yên Rêveberiya Xweser bi hikûmeta Sûriyeyê re berdewam dike.

Ev rêkeftin piştî şer û pevçûnên bixwîn ên di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Artêşa Ereban a Sûriyeyê de hatibû kirin.