Ji bo Kurdan dema serlêdana nasnameyê hat dirêjkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebirê Giştî yê Kar û Barên Nifûsê yê Sûriyeyê Ebdulah Ebdulah ragihand ku dema wergirtina daxwaznameyên nasnameyê ji bo welatiyên Kurd hatiye dirêjkirin.

Li gorî daxuyaniyê, piştî ku dema diyarkirî bi dawî bû, hat dîtin ku hîn jî bi hezaran kes li bendê ne da ku serlêdanên xwe bikin.

Ji ber vê yekê hikûmeta Sûriyeyê biryar da ku dema wergirtina belgeyan 15 rojên din dirêj bike.

Li gorî biryarê, dema serlêdanan heta 21ê vê mehê hat dirêjkirin.

Sê navendan li xwe digire

Hat destnîşankirin ku ev biryar navendên li Hesekê, Qamişloyê û Çilaxayê li xwe digire.

Birêvebirê Giştî yê Kar û Barên Nifûsê yê Sûriyeyê Ebdulah Ebdulah da zanîn ku armanca vê dirêjkirinê ew e ku derfetê bidin hemû kesên ku dixwazin serî lê bidin.

Birêvebirê Giştî yê Kar û Barên Nifûsê yê Sûriyeyê her wiha eşkere kir ku ew dixwazin dosyayên hemû kesan bi awayekî qanûnî, bi hûrgilî û bi edalet werin birêxistinkirin û nirxandin.