Adnan Firat Bayar: Malbatên mezin parçe dibin
Hewlêr (Rûdaw) - Civaknas Adnan Firat Bayar ragihand, tevî ku bajarên Bakurê Kurdistanê di rêjeya zêdebûna nifûsê de li pêş in jî, bi giştî rêje ber bi kêmbûnê ve diçe.
Civaknas Adnan Firat Bayar bû mêvanê bultena Rûdawê û li ser kêmbûna rêjeya zêdebûna nifûsê û sedemên wê pirsên Hêvîdar Zanayê bersivandin.
Adnan Firat Bayar diyar kir ku li seranserî cîhanê standardeke yekgirtî ji bo zêdebûna nifûsê nîne û her welat li gorî şert û mercên xwe planan datîne.
Bayar anî ziman ku ji bo Tirkiye û Bakurê Kurdistanê rêjeya ji sedî 2-3 wekî hevsengiyekê tê dîtin.
Li gorî amarên Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUÎK), bajarên Kurdan di rêjeya zêdebûna nifûsê de di rêzên pêşîn de ne.
Rêjeya herî bilind li Rihayê (ji sedî 3,2) hatiye tomarkirin, piştî wê Şirnex (ji sedî 2,6), Mêrdîn (ji sedî 2,3), Mûş, Amed û Agirî tên.
Guherîna ji gundewariyê ber bi bajarvaniyê ve
Adnan Firat Bayar destnîşan kir ku li Bakurê Kurdistanê veguhastineke mezin ji gundewariyê ber bi bajarvaniyê ve heye û anî ziman:
"Neteweya Kurd bi awayekî giştî û bi taybetî li Bakurê Kurdistanê ji gundewariyê diçe ber bi bajarvaniyê ve.
Malbatên mezin parçe dibin û malbatên biçûk derdikevin holê.
Ev ne tenê pirsgirêka Kurdan e, li seranserî cîhanê ev mesele bi vî awayî tê dîtin."
Bandora aborî û parwerdeyê
Civaknas Bayar 3 faktorên sereke yên kêmbûna nifûsê rêz kirin:
Aborî: Berê jiyan li ser axê û ajeldariyê bû. Niha jiyana bajaran malbatên biçûk ferz dike.
Perwerde û Temenê Zewacê: Temenê zewacê ji bo jin û mêran zêde bûye. Berê temenê zewacê 18-20 bû, niha gihîştiye 27, 29 û 30î. Jin niha zêdetir girîngiyê didin perwerde û kariyera xwe.
Lêçûna Xwedîkirina Zarokan: Xwedîkirina zarokan ji aliyê manewî, madî û perwerdehiyê ve bûye kulfeteke mezin.
Teşwîqên hikûmetê rê li ber kêmbûna nifûsê nagirin
Hikûmeta Tirkiyeyê ji bo zêdebûna nifûsê pakêtên teşwîqê radigihîne û Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan bangî malbatan dike ku herî kêm 3 zarokan bînin.
Lê belê Adnan Firat Bayar diyar kir ku ev teşwîq û bangawazî bêencam mane û got:
"Amarên li ber destên me bi awayekî zelal nîşan didin ku ev teşwîq bi feyde nebûne.
Her ku diçe li nava civaka Kurdan û Tirkan rêjeya çêbûna zarokan kêm dibe.
Tevî ku Erdogan 12 sal in bangî malbatan dike, amar nîşan didin ku rêje her sal kêm dibe."
Bayar her wiha hişyarî da ku ev rewş ne tenê ji bo Kurdan, ji bo hemû cîhanê metirsiyek e û pergaleke ku li ser bingeha kapîtalîzmê hatibe avakirin rê li ber vê kêmbûnê vedike.