Peter Galbraith: Eger Kurdistan serbixwe bûya dikaribû xwe biparasta

Hewlêr (Rûdaw) - Dîplomatê Amerîkî Peter Galbraith ku sala 1988an yasaya "Rêlibergirtina Komkujiyan" nivîsand û li cîhanê kesê yekem bû ku Komkujiya Kurdan wekî cenosîd da naskirin, ragihand ku darizandina Ecacê ji bo hemû tawanbarên şer peyameke bihêz e.

Peter Galbraith beşdarî bultena saet 17:00an a Tora Medyayî ya Rûdawê bû û bal kişand ser girîngiya dadperweriya piştî derbasbûna nêzîkî 40 salî ya di ser tawanên Komkujiya Enfalê re û got:

"Ev gelekî girîng e. Peyam ev e, eger tu tawaneke wiha bikî, tu nikarî jê xilas bibî û tu nayê jibîrkirin.

Tu dikarî 22 salan xwe veşêrî lê di dawiyê de divê tu bedela karên xwe bidî û rûbirûyî lêpirsînê bibî."

Peter Galbraith diyar kir ku yek ji aliyên herî girîng ên vê darizandinê ew e ku derfetê dide qurbaniyan ku werin pêşiya dadgehê û çîroka xwe vebêjin.

Wî bi xemgînî destnîşan kir ku piraniya wan kesên li Zindana Nugre Selmanê bûn û rizgar bûbûn niha koça dawî kiriye lê dîsa jî ev derfetek e ku cîhan guh bide wê tawanê.

Şahidê zindî yê wêraniyên 1987 û 1988an

Galbraith qala tecrubeya xwe ya şexsî kir ku sala 1987an cara ewil hatiye Kurdistanê.

Wî dîtibûye ku rejîma Sedam Hisên çawa bi awayekî sîstematîk gundên Kurdistanê wêran kirine.

Sala 1988an jî li gel Chris Van Hollen (ku niha Senatorê Amerîkayê ye) çûye ser sînorê Îraq û Tirkiyeyê da ku bi rizgarbûyên kîmyabarana Helebceyê re hevdîtinê bike.

Ew tekez dike ku nabe tenê qala Helebceyê were kirin, divê hemû ew herêmên din jî neyên jibîrkirin ku Tebaxa 1988an, heta piştî xelasbûna şerê Îran û Îraqê jî, li Dihok û cihên din hatin kîmyabarankirin.

Peter Galbraith, Beasî û Nazî dan ber hev û da zanîn:

"Beasî wekî Naziyan bûn, burokrat bûn û wan her tişt tomar dikir."

Wî eşkere kir ku di dema xwe de 17 ton belgeyên rejîma Beasê ji Îraqê derxistine û birine Amerîkayê.

Di wan belgeyan de navên wan kesan hebûn ku hatibûn îdamkirin an jî şandibûn başûrê Îraqê û Zindana Nugre Selmanê.

Heta rejîmê vîdeoyên şkencekirin û îdamkirina wan jî tomar kiribûn ku wekî belgeya tawana li dijî mirovahiyê mane.

Rexneya li ser darizandina Sedam Hisên

Yek ji xalên balkêş ên axaftina Galbraith, derbirîna xemgîniya xwe ya li ser awayê darizandina Sedam Hisên bû.

Ew wisa difikire ku Şîeyan Sedam Hisên tenê ji bo doza Duceylê îdam kir lê li gorî Galbraith, diviyabû darizandin bidomiya heta ku hemû rehendên Komkujiya Kurdan li dadgehê bi temamî zelal bûbûna.

Galbraith anî ziman ku Amerîka û Senatoya Amerîkayê li cîhanê parlamentoya yekem bûn ku sala 1988an (li gorî yasayê beriya 46 salan) Komkujiya Kurdan nas kir lê welatên din gelekî dereng ev gav avêt.

Galbraith di dawiya axaftina xwe de encameke siyasî ya girîng derxist û got:

"Ev tawan belgeyên bihêz in ji bo pêwîstiya dewleteke serbixwe ya Kurdistanê.

Eger Kurdistan serbixwe bûya, dikaribû xwe biparasta, rê li ber kîmyabaranê bigirta û dikaribû li dadgehên navneteweyî giliyê Îraqê bikira.”

Galbraith her wiha anî ziman:

"Çima divê kesek bixwaze bibe beşek ji welatekî ku cenosîd li dijî wî kiriye?

Felsefeya dewletê parastina welatiyan e, ne kuştina wan e."