'Pêşmerge ji deverên Kurdistanî yên derveyî Herêma Kurdistanê venakişin'
Hewlêr (Rûdaw) – Sekreterê giştî yê wezareta pêşmerge ya Herêma Kurdistanê Cebar Yawer diyar kir ku hêzên pêşmerge tu carî ji deverên Silêman Beg û Dûzxurmatû yên Kerkûkê venakişin.
Wezareta navxwe ya Iraqê roja 5ê vê mehê ji Herêma Kurdistanê xwestibû hêzên pêşmerge ji deverên Silêman Beg û Dûzxurmatû yên Kerkûkê vekişîne ji ber ku deverên han di bin kontrola hikûmeta Bexdayê de ne.
Wezareta navxwe ya Iraqê her wiha daxwaz ji Herêma Kurdistanê kiribû ku “berjewendiyên niştimanî û pêwendiyên dîrokî ji bo xatirê Iraqa nû û demokratîk” biparêzin.
Li hember vê daxuyaniyê, sekreterê giştî yê wezareta pêşmerge Cebar Yawer, ji televîzyona Gelî Kurdistanê re axivî û ragihand, hêzên pêşmerge, polîs û asayişê yên Herêma Kurdistanê li gorî rêkeftina navbera hikûmetên Herêma Kurdistan û Bexdayê û ji bo parastina jiyana welatiyan û nehîştina terorê li deverên Kurdistanî yên derveyî Herêma Kurdistanê hatine binecîkirin.
Yawer diyar kir ku ji ber wê jî hêzên han tu carî ji wan deveran venakişin û dê li wir bimînin heta ku madeya 140 a destûra Iraqê were cîbicîkirin.