Li bajarê Kurdî kelecana ‘Lîsteya Mîrata Cîhanî’

Navenda Nûçeyan- Xelkê bajarê Elezîza Bakurê Kurdistanê kêfxweş e ku bajarê Xarputê li ser "Lîsteya Mîrata Berwext a Cîhanê" ya Rêxistina Çand, Zanist û Perwerdeyê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) hat zêdekirin.


Komîteya Mîrata Cîhanî ya UNESCOyê di civîna xwe de biryar da ku bajarê Xarputê  di "Lîsteya Mîrata Berwext a Cîhanê" de cih bigre. Piştî vê biryarê li Elezîzê di nav gel de şahiyek çêbû.




Şaredarê Elezîzê Mucahît Yanilmaz ragihand ku Xarputa xwedî dîrokeke 4 hezar salî ji bo mîrata hevpar a mirovahiyê hatiye hilbijartin û ev gaveke girîng e.




Mucahît Yanilmaz got Mizgefta Mezin a ku mînareya wê xwar e li cîhanê bi vê taybetmendiya xwe tekane ye, ji bilî vê Mizgeftên Saraxatun, Alacali û Axa, Dêra Meryem Anayê jî berhemên girîng ên Xarputê ne.





Yanilmaz herwiha destnîşan kir kut Xarput cihekî biqîmet e, qedrê wê divê bê zanîn û bi têra xwe bê nasandin û wiha dewam kir: "Me asta vê ya ewil derbas kir. Me di Lîsteya Mîrata Berwext a Cîhanê de cih girt. Armanca me ew e ku em di lîsteya sereke de jî cihê xwe bigrin. Em bi kelecaneke mezin xebatên xwe didomînin."




Mixtarê Taxa Xarputê Zulkuf Demîrpolat jî got dîroka Xarputê 4 hezar salî ye û wiha pê de çû: "Di lîsteya UNESCOyê de cihgirtin tê wê wateyê ku Xarput dê cardin zindî bibe, Elezîz dê pêşva here. Piştî mizgîniya vê yekê hemû esnafên me bi kelecan in. Em spasiya wan dikin. Geştyar dê bên Xarputê. Xarput muzeyeke servekirî ye. Bi saya UNESCOyê dê qîmeta wê bêtir bê zanîn."





Esnaf Zulfîkar Boz jî got ji hêla berhemên dîrokî ve Xarput cihekî pir dewlemend û xweş e, divê her kes bê Xarputê bibîne û kêfxweşiya xwe anî ziman.




Esnaf Sabrî Çelîk jî wiha axivî: "Di lîsteya UNESCOyê de cihgirtin ji bo me pir xweş e, em kêfxweş in. Înşallah piştî vê ewê bêtir pêşve here û esnaf jî wê sûdê jê werbigrin.”