Li Sinê ji sedî 73 kesên bi koronayê dimirin temenê wan zêdetirî 60 sal e

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Sine ji sedî 73 kesên ku bi koronayê canê xwe ji dest didin temenê wan ji 60 saliyê zêdetir e.

Serokê Zanîngeha Zanistên Pizişkî ya parêzgeha Sinê li Rojhilatê Kurdistanê ragihand ku metirsiyeke zêde li ser kesên bi temen heye tûşbûyên herî zêde temenê wan di navbera 40-63 salan de ye. 

Serokê Zanîngeha Pizişkî li Sinê bal kişand ser wê yekê ku ji koma 166 kesên cane xwe ji dest dane 122 kes ji wan ku dike %73 temenê wan ji 60 salan zêdetir e û 19 kes di bin 5 saliyê de ne û 12 kes di navbera 5-10 saliyê de ne û 20 kes jî temenê wan di navbera 11-20 salan de ye. 

Derbarê tûşbûyan jî da xuyakirin ku  125 tûşbû temenê wan di navbera 21-30 salan de ye û  221 tûşbû di navbera 31-40 salan de ye û  214 tşbû temenê wan di navbera 41-50 salan de ye û  213 kes jî temenê wan di navbera 51-60 salan de ye

Li gor dawîn amaran, di 24 demjimêrên derbasbûyî de 2 hezar û 364 kes bi coronay ketine û herwiha bi giştî heta niha li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê 171 hezar û 789 kesan canê xwe ji dest dane û 8,281 kesan jî canê xwe ji dest dane.