Girtiya siyasî ya Kurd Zeyneb Celaliyan bi koronayê ket
Hewlêr (Rûdaw) - Girtiya siyasî ya Kurd Zeyneb Celaliyan li girtîgeheke Tehrana paytexta Îranê bi koronayê ket.
Elî Celaliyan, bavê Zeyneb Celaliyan ragihand ku keça wî li zindanê bi vîrusa koronayê ketiye û got ku hefteya derbasbûyê roja Sêşemê ji ber nefestengiyê bo dermanxaneya zindanê tê şandin, li wir têsta korona bo wê dikin û encam jî pozîtiv derdikeve.
Lê berpirsên îtalata rê nadin ku girtiya Kurd Zeyneb Celaliyan bo nexweşxanê bê şandin.
Zeyneb Celaliyan peywendiyê bi malbta xwe re kiriye û diyar kiriye ew li gel çend girtiyên din di odeyeke di nava zindanê de hatiye kerentînekirin û got jî ew rastî ta û bêhntengiyeke zêde tê û pizîşkê dermanxaneya zindanê jê re gotine ku vîrusê pişa wê dagîr kiriye.
Elî Celaliyan daxwaz ji berpirsên hikûmetê dike ku keça wî bo nexweşxaneyê bê veguhêztin ku di bin çavdêriya pizîşkan de be.
Ev 13 sal in Zeyneb Celaliyan bi tometa endamtiya PJAKê girtî ye û destpêkê cezaya bidarvekirinê derheqê wê hatibû sepandin lê piştî bo zindanîkirina heta hetayî hat cezakirin.