Dîlok - Dergûş şewitî: Dayik û zaroka xwe ya 3 salî mirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Şahînbegê ya parêzage Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê dayik û keça xwe ya 3 salî li malê mirî hatin dîtin.

Dema malbatan ji Seçîl Kaymakçiya 27 salî ya ku bi keça xwe ya 3 salî re li  taxa  75. Yilê dijîn agahî wernegirtin, agahî da navenda alîkariya bilez.

Li ser agahdarkirinê tîmên agirkujê çûn malê û deriyê malê şikandin û ketin hundir.

Tîm dema ketin hundir rastî termê dayîk û keça wê hatin.

Di encama lêkolîna tîman de derekt holê dayîk û keça xwe ji karbonmonoksîda ku dergûşa şewitî belav bûye mirine.

Polîsan li ser bûyerê lêpirsîn da destpêkirin.