COLEMÊRG - Komên geştyariyê berê xwe didin Geliyê Spîxaneyê: ‘Dihele’
Colemêrg (Rûdaw) - Colemêrg yek ji wan herêman e ku bi cihên xwe yên geştyariyê di van salên dawî de bala xelkê dikişîne.
Salane derdora 150 hezar geştyar diçin serdana herêmê.
Li Colemêrgê yek ji cihên ku herî zêde bala geştyaran dikişîne jî Geliyê Spîxaneyê ye.
Geliyê Spîxaneyê piştî ku rê ji berfê hatin paqijkirin careke din bûye yek ji cihên ku herî zêde geştyar berê xwe didinê.
Geliyê Spîxaneyê wekî bihuşteke li ser dinyayê ye, dîmenên banê Colemêrgê, zozanên ku Binevşa Narîn ji Cembeliyê kurê Mîrê Hekariyan re gotiye “De lorî lorî Cembeliyê min lorî, tu bi xêr hatî welatê Hekariyan zozanên jorî" behsa Spîxaneyê ye.
Piştî vê biharê di dilê xwe de xemilî, xelkê careke din berê xwe daee Spîxaneyê û konên xwe li ber heybeta çiyayên bilind li kêleka avên hênik vedane.
Çiyager Kahraman Aytan li ser Geliyê Spîxaneyê got:
“Navê vê derê Spîxane ye. Ev dere xweşiya Colemêrg û herêmê ye.
Divê her kes were û vê derê bibîne lê pêwîst e ku zererê nedinê.
Bila kes bermahiyên xwe li vir nehêle. Her kes bila tevî malbat û dostên xwe were seredana vê derê.
Ji bo me Kurdan Spîxane cihekî gelekî bedew e.”
“9-10 sal in ev der dihele”
Nûnerê Wefqa Temayê ya Jîngehê Kenan Canan jî anî ziman:
“20 hezar sal beriya niha ev der hemû berf bûye, cemed bûye, 9-10 sal in ev der dihele.
Bandora hatina xelkê jî heye. Em dixwazin xelkê ku tê serdanê bila hişyartir bin.”
Spîxane bi bilindahiya xwe ya 3 hezar û 200 metreyan, bi keviyên xwe yên 20 hezar salî, bi çeme çepkên xwe yên dora wan bi sosin û helalan xemiliye, bezm û ziyafeteke bêhempa pêşkêşî mêvanên xwe dike.
Geştyar Çîçek Sakê da zanîn:
“Em niha li Spîxaneyê ne. Bi Tirkî navê wê Cennet Cehennem e.
Ev der gelekî xweş e. Li vir berf heye, niha li her derê dinyayê germ e.
Havîn e lê li vir hewa hênik e, li aliyekî berf heye, li aliyekî din kulîlkên biharê hene.
Bêhna giyayên biharê tê.”
Geştyar Cahît Yîgît jî got:
“Bihar e û ev der wekî bihuştê ye. Li rexekê gul û sosin û beybûn hene, li rexekê din berf û cemed e.
Li pişta me Kurdistana me ya Başûr e. Em dibêjin bila cihên wisa xweşik bêne parastin û paqij werin hîştin.”
Colemêrg û Gever, Cîlo û Sat û Spîxane heta Çarçelayê, herêm salane mazûvaniya derdora 150 hezar geştyarî dike.