Buldan: Banga Ocalan kelecan û hêviyeke mezin ava kir

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamentera DEM Partiyê ya Wanê û Endamê Heyeta Îmraliyê Pervîn Buldanê got, “Banga Aştî û Civaka Demokratîk kelecan û hêviyeke mezin ava kir.”

DEM Partiyê li gelek bajaran cejna xelkê pîroz kir.

Parlamentera DEM Partiyê ya Wanê û Endamê Heyeta Îmraliyê Pervîn Buldanê jî beşdarî merasîma pîrozkirina cejnê ya li Wanê bû û derbarê pêvajoya nû axivî.

Pervîn Buldanê got, “Em ketine pêvajoyeke nû ku em hemû bi hêviyeke mezin xwe di nava wê de dibînin.”

Bi gotina Buldanê  “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Abdullah Oclan di nava bi mîlyonan kesan de kelecan û hêviyeke mezin ava kiriye.

Buldan wiha berdewam kir:

“Di her hevdîtinê de ku me bi Birêz Ocalan re kir, ji me xwest ku em silavên wî yên taybet bigihînin tevahiya gelê xwe.

Bi vê wesîleyê silav û hezkirinên Birêz Ocalan ji gelê Wanê re radigînim.

Di her hevdîtina me de destnîşan dikir ku em dê bi hêvî û coşeke mezin ji vê pêvajoyê derkevin.

Di nîqaşên me de Birêz Ocalan hişyarî da û got, 'Ev aştî dê bibe aştiyeke bi rûmet.`

Eger aştiyeke bi rûmet pêk neyê, ev aştî pêk nayê.

Em di destpêka serdemeke nû de ne ku gelê Kurd tevî hemû gelan wê bigihêje azadiya xwe.

Em ji vê pêvajoyê bi bawer in. Ji ber ku Birêz Ocalan parçeyekî ji vê pêvajoyê ye û em pê bawer in."