Li Rihayê pevçûn: 5 kes birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Wêranşarê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, du malbat pev çûn û û di encamê de 5 kes birîndar bûn.

Li gorî zanyariyan, îro li gundê Malwêranê yê Wêranşarê ji ber cihê lêkirina xaniyekî di navbera malbatên Kizilboga û Atilgan ku ji heman eşîrê ne nîqaş derket û her du alî pev çûn.

Di pevçûnê de her du malbatan bi dar û keviran li hev xistin û di encamê de Mehmet Kizilbogayê 31 salî, Abdulhalim Kizilbogayê 57 salî, Salih Kizilbogayê 26 salî, Nuri Kizilbogayê 62 salî û Bilal Kizilbogayê 24 salî birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û cendirme çûn gundê Malwêranê.

Tîmên tenduristiyê birîndar birin Nexweşxaneya Dewletê ya Wêranşarê.

Cendirmeyan ji bo bûyer mezintir nebe li gund tedbîrên ewlehiyê wergirtin.