Mistefa Hicrî: Îran ti carî serxwebûna Başûr qebûl nake
Hewlêr (Rûdaw) – Sekreterê Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Îranê (PDKÎ) Mistefa Hicrî, diyar kir ku Îran serxwebûna Başûrê Kurdistanê qebûl nake û dê li dijî wê komployê çêbike.
Sekreterê PDKÎyê Mistefa Hicrî, li ser helwesta Îranê li hember serxwebûna Başûrê Kurdistanê ji Rûdawê re got, komara îslamî ya Îranê ji destpêka damezirandina hikûmeta Herêma Kurdistanê ve heta niha hewla lawazkirina wê daye û çi ji destê wê hatiye li dijî hikûmetê kiriye.
Mistefa Hicrî, diyar kir, ji ber wê jî eger Başûrê Kurdistanê niha serxwebûna ragihîne Îran dê zêdetir li dijî wê bisekine û komployên zêdetir li dijî dewleta kurdî çêbike.
Li gorî Hicrî, Îran ti carî serxwebûna Başûrê Kurdistanê qebûl nake û heta baweriya wî welatî bi kurd û gelên din jî tine.