Li Îlamê boriya petrolê teqiya: Kuştî û birîndar hene
Hewlêr (Rûdaw) - Li Îlama Rojhilatê Kurdistanê, di encama teqîna boriya veguhastina petrolê ya rafîneriya Çişmexweş a Dêluran de, 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û 4 kes birîndar bûn.
Cîgirê Parêzgarê Îlamê Elyas Fetahî ragihand ku teqîna boriya petrolê ya Dêluran, bûyereke emnî nebûye.
Li gor raporta ajansa Mêhr, ew bûyer êvariya roja Sêşemê çê bû, ew jî di dema nûjenkirin û paqijkirina boriya petrolê ya Dêluran û Ehwazê de bûye.
Berpirsê Rêveberiya Petrol û Gaza Rojavayê Îranê Elî Rezayî dibêje, tevî ku teqîn li nav dezgeha paqijkirinê de bûye, lê divê lêkolîneke hûr li ser sedema wê bê kirin.
Di encama wê teqînê de 2 berpirsên rafîneriya Çişmexweş û fermanberekî kompaniya niştimanî ya vekolînê ya Îranê jiyana xwe ji dest dan û 4 kes birîndar bûn ku ew jî karmendên rafîneriya Çişmexweş in.
Bûyer bi dûriya 20 kîlometre ji bajarê Şûş, li nav xaka parêzgeha Xuzistanê rû da. Wezîrê Petrola Îranê Bîjen Namdar Zengene jî di nameyekê de tekez kir ku şanda Kompaniya Petrolê ya Îranê bi hevkariya Wezareta Petrolê dê serdana wê navçeyê bike û lêkolînê li ser sedema teqînê bike.
Rafîneriya Çişmexweş ya li herêma Deşta Ebasî, derdora 59 kîlometran ji bajarê Dêluran ê ser bi parêzgeha Îlamê ve dûr e û sala 1975an bi kar ketiye.
Herwiha li Rafîneriya Çişmexweş rojane 18 hezar bermîl petrol û 115 hezar sêca gaza sirûştî tê derxistin. Berhema wê rafîneriyê bi rêya boriyeke bi dirêjiya 153 kîlometran bo bajarê Ehwaz ê li parêzgeha Xuzistanê tê veguhastin.
Piştî parzûnkirinê, beşek ji wê petrolê bi rafîneriyan tê dayîn û beşek jî bi rêya grava Xarge tê hinardekirin.