Malbata nabîna: Em dixwazin roniya rojê bibînin

Hewlêr (Rûdaw) - Li gundê Şargoyê ya bi ser navçeya Amedê ve ji 6 bira û 3 xwîşkên malbata Sînekçî, 6 bira û xwîşkek nabîna ne. Bijîşkan teşhîsa nexweşiya wan ya çevan weke şevreşkê bi nav kirine û li gor bijîşkan çareyek vê nexweşîya wan ya  mayînde heta niha nîn e. malbat daxwaz dike ku alikariyek bi wan re bê kirin daku roniya rojê bibînin.

Ji 6 bira û xwişkek nabîna çevên birayê mezin Mihme Emîn Sînekçî yê 40 salî qet nabîne. Çevên birayên din û xwîşka wan Wedhayê jî bi rêjeyên ji sedî 60 heta sedî 85 nabîna ne.

Li gor gotina wan û gotinên bijîşkan tenê çare ya wan neştergerîye û divê neqla koşikê (Stem Cell/bi Tirkî Kok Hucre) li wan were kirin da ku rewşa wan stabîl bimîne wate rêjeya nabîna bûna wan zêde nebe. Lê ew tedawiya neqla koşik jî tedawi yek bih ye û wezareta tendurustîyê mesrefên vê tedawîyê dabîn nakin, ji ber wî ew ji pêwendîdar û xêrxwazan daxwaza palpiştîyê dikin. Heke ew tedawî li wan neyê kirin 5 bira û xwîşka wan yê wek birayên xwe yê mezin Mihmed Emîn bi temamî çevên xwe winda bikin û bi tarîtiyek heta mirinê re rûbirû bimînin.

Mihme Emîn, Hikmet, İzedîn, Weysî, Resûl, Wedha û birayên wan yê ne li malê Remezan Sînekçî jî di tev de di vê malê de ji 6 bira û 3 xwişkan, şeş bira û xwîşkek nabîna nin. Ew bi nexweşiya şevreşkê ketine û bi salane ji ronahî ya rojê bêpar di tarîtiyê de dijîn.

Ji heft endamên malbata Sînekçî çevên birayê mezin Mihme Emîn qet nabîne. Çevên pênc birayên din û xwişka wan Wedha jî bi rêjeyên ji sedî 60 heta sedî 85 nabîna ne. Ji bo ku dinyaya wan a tarî bi ronahiyê re hevnas bibe, dixwazin neqla koşik li wan were kirin.

Mihme Emîn Sînekçî nabîna dibêje “Heta bîst saliya xwe jî ez dikaribûm biçûma bigeriyama. Diçûm cihan, diçûm malan, diçûm cîranan piştre êdî min roj bi roj ronahiya xwe wendakir.”

Hikmet Sînekçî nabîna got Berê min dikaribû. Min birayên xwe dibir nexweşxaneyan, min dibir bajaran. Min pirsgirêk gelek kişand. Min bi destên wan digirt wan digerand. Ez rastî tundiyê jî hatim, min feqîrî jî dît. Şikir aniha ew hevkî baş in îja êdî ez nikarim ji ber çevên xwe.”

Weysî Sînekçî nabîna got “Vayê rewşa me bi we va xûya ye. Ez dixwazim ku bi îzna xwedê tedawiyek li me bibe, em rengê dinyayê bibînin. Ez dixwazim heywanan bibînim, şivanî bikim, îş bikim.”

Li hember rewşa zarokên xwe dayîka wan Zeynep û xwişka wan a mezin Wehîde û kurapê wan Badîn jî bi razîbûnek ji qederê û bi dengek hundurîn kûr û xemgîn difikirin.

Zeynep Sînekçî diya nabînan dibêje “Ez bê xwedî bûm, kesî xwedîtî li min nekir. Bavê wan şev û roj ji xwe re digeriya li çolan. Min ji zilamê xwe re digot bila zarok çênebin êdî ew seqet tên dinyayê ewî digot tişt nabe. Piştî ku bavê wan mir em bi rewşa zarokan tam hisiyan. Mihemed Emîn karê hêzinga dikir, hêzing dikişand kamyonan, digot çevên min tarî dibin ewî roj bi roj kêm kir. Dûv rê rêz bi rêz ê din jî, ê din jî vaye deh sal in êdî tev tam bûn nabîna.”

Badîn Meyre kurapê nabînan got “Ji wezareta tendurustîyê em dixwaz dikin ku ji vana re alîkar bin.”

Wehîde Sînekçî xwişka nabînan dibêje “Dewet çêdibin, taziye çêdibin, şahî çêdibin ji ber ku ew nikarin herin ez jî naçim. Ez dibêjim ew xort in zilam in nikarin biçin ji dilê min nayê, ez jî naçim.”

Nexweşiya ku di nav gel de weke şevreşkê tê bi nav kirin ,di literatura tibbê de bi navê Retînîtîs Pigmentosa tê zanîn û tedawîyek daîmî jî nîn e.

Dr. Fîkret Unal-Bijîjkê Çevan got “Tedawiya van mirovan divê vîtamîna A bistînin. Heke karibin jî divê neqla koşik (Stem Cell ) li wan were kirin. Ev tedawiya koşikê li Tirkiyê li du sê navendan tê kirin heke vê tedawiyê bibînin ronahîya wan û rêjeya dîtina wan yê stabîl bimîne. Ev tedawiyeke biha ye û dewlet jî ji bo vê tedawiyê alîkarî nake.”

Li gundê Şargo yê bi ser navçeya Çinara Amedê ve siya esrê ketiye hêşa dar û xanîyan û şeş bira û xwîşkek nabîna bi barê xeyalên pêşerojê di rêberiya kurapên xwe de bi pêngavên hêdî hêdî ji sîya tarî xwe azad dikin û dertên ber ronahiya tavê. Hêviya wan ewe ku ew roj bê ew bi têra dile xwe weke ku tan wan dibine ew jî tavê bibînin.