Li Çewlîgê bîdonê benzînê teqiya: 6 jin birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Kanîreşê ya parêzgeha Çewlîgê ya Bakurê Kurdistanê, 6 jinên ku nanê sêlê dipatin ji ber teqîna bîdonê benzînê birîndar bûn.

Li gundê Qalencûkê yê navçeya Kanîreşê komek jinên ku mirovên hev in ji bo çêkirina nanê sêlê li mexzena kîler li gund hatin ba hev.

Dema jinan ji bo çêkirina nan argûn dadan bîdonê benzînê yê li wê derê ji ber germa zêde teqiya.

Di teqînê de jinên bi navê Newal, Berfîn û Nûran Koçek û Gurbet, Zîlan û Ebrar Dervişoglu birîndar bûn.

Jinên ku laşên wan şewitîn ji aliyê kesûkarên xwe ve bo Nexweşxaneya Dewletê ya Kanîreşê hatin rakirin.

Piştî dermankirina yekem li nexweşxaneyê 6 jinên birîndar bi ambûlansan birin Nexweşxaneya Dewletê ya Çewlîgê.

Jinên ku laşên wan di asta yekem û duyem de şewitîbûn ji Çewlîgê jî bo nexweşxaneyên Amed û Meletiyê hatin veguhestin.