Ocalan bi endamên malbata xwe re civiya

Hewlêr (Rûdaw) - Buroya Hiqûqê ya Asrinê diyar kir ku Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan bi malbata xwe re hevdîtin pêk aniye.

Buroya Hiqûqê ya Asrinê li ser hevdîtina Abdullah Ocalan û birayê wî Mehemet Ocalan û vasiyê wî Mazlûm Dînç daxuyaniyek belav kir.

Hat ragihandin ku Abdullah Ocalan li Girtîgeha Îmraliyê bi malbata xwe re hevdîtin pêk aniye.

Buroya Hiqûqê ya Asrin li ser hesabê xwe yê tora civakî ya Xê daxuyanî belav kir û di daxuyaniyê de hat gotin ku Abdullah Ocalan roja duşemê 07.07.2025an bi birayê xwe Mehmet Ocalan û wasiyê xwe Mazlum Dînç re hevdîtin kiriye.

Her wiha hat diyarkirin ku girtiyên din ên li Îmraliyê; Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş jî, di çarçoveya serdana malbatê bi malbatên xwe re hevdîtin pêk anîne.

Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê ku ji Pervîn Bûldan, Mîthat Sancar û Ozgur Faîk Erol pêk tê doh bi Ocalan re hevdîtin kiribû.