Heyeta Îmraliyê îro bi Erdogan re dicive
Hewlêr (Rûdaw) - Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê ya ku doh bi Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan re hevdîtin kir, dê îro saet di 15:00an de bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re hevdîtinê bike.
Ev hevdîtin dê bibe hevdîtina duyemîn a ku Erdogan bi Heyeta DEM Partiyê re ku di çarçoveya pêvajoya de dest pê kiribû.
Di daxuyaniya nivîskî ya DEM Partiyê de ya piştî hevdîtina dawî ya bi Ocalanê ku li Îmraliyê girtî ye re, hat diyarkirin ku Ocalan gotiye pêvajo derbasî qonaxeke nû bûye û wiha hat gotin:
"Wî anî ziman ku bi gavên ku dê bên avêtin, di warê bicihanîna pêwîstiyên pêvajoyê de berpirsiyarî dikeve ser milê her kesî, ser milê me hemûyan."
Di daxuyaniyê de wiha hat berdewamkirin, "Wî (Ocalan) destnîşan kir ku ew girîngiyeke mezin dide hevdîtina ku dê endamên Heyeta me bi birêz serokkomar re pêk bînin û ev hevdîtin wekî hevdîtineke dîrokî bi nav kir.
Her wiha da zanîn ku komîsyona ku dê li Parlamentoya Tirkiyeyê (TBMM) were avakirin, dê di warê aştî û çareseriyê de roleke mezin bilîze."
Piştî banga Serokê MHPyê Devlet Bahçelî ya sala borî, Ocalan jî di 27ê Sibatê de bi nameyeke dîrokî bangî PKKyê kir ku çekan deyne û xwe fesih bike.
PKKya ku zêdetirî 40 sal e çalakiyên çekdarî pêk tîne, di 12ê Gulanê de biryara danîna çekan û xwefesihkirinê wergirt.
Tê payîn ku PKK vê hefteyê çekan deyne û vê yekê bi civîneke çapemeniyê ragihîne.
Tê diyarkirin ku radestkirina çekan a ku wekî "nîşaneya niyeta pak" tê binavkirin, dê li bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistanê pêk bê.
Tê gotin ku Partiya Gelan Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) dê bi şandeyekê beşdarî civînê bibe û tê teqezkirin ku gelek rojnamevanên ji Tirkiyeyê jî dê karibin bûyerê bişopînin.