Merasîma çekdanîna PKKyê: Dê çend kes ji kû beşdar bibin?
Hewlêr (Rûdaw) - Di çend rojên pêş de komeke gerîlayên PKKyê dê bi merasîmekê çekan deynin.
Çavkaniyeke agahdar dibêje ku dê hemû aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê bên vexwendin û şandeyên ji derve jî dê beşdar bibin.
Li gorî agahiyên Tora Medyayî ya Rûdawê, merasîm dê di nava sînorên Îdareya Serbixwe ya Raperînê ya parêzgeha Silêmaniyê de be û dê 20-30 gerîlayên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) wekî “niyetpakiyê” çekên xwe deynin.
Berpirsekî agahdar ê merasîmê îro ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got:
“Ji Tirkiye û Bakurê Kurdistanê nêzîkî 50 kesayetên siyasî, rewşenbîr û navdar hatine vexwendin.
Her wiha ji Ewropa û Amerîkayê zêdetirî 30 kesên ku ji parlamenter, akademîsyen û siyasetmedaran pêk tên dê beşdar bibin.”
Wî berpirsî amaje pê kir, “hemû medyaya sereke ya cîhanê hatiye vexwendin.”
Li gorî gotina wê çavkaniyê ji Rûdawê re “hemû aliyên siyasî û rojnamegerên li Herêma Kurdistanê dê ji aliyê Koma Civakên Kurdistanê (KCK) ve bên vexwendin.”
Ew çavkaniya ku dê bi xwe beşdarî merasîmê bibe û ji amadekariyan agahdar e anî ziman:
“Plan hatiye danîn, merasîm dê di navbera 9 û 12ê vê mehê de bê lidarxistin.”
Derbarê cihê merasîmê jî got:
“Destpêkê biryarek hebû ku li nava Silêmaniyê be, paşê KCKyê cihê wê guherand û niha li derveyî bajêr e lê dê dîsa jî di nava sînorên parêzgeha Silêmaniyê de ye.”
Cara yekem 30ê Hezîranê Tora Medyayî ya Rûdawê eşkere kiribû ku dê merasîma çekdanînê nêzîkî 10ê Tîrmehê were lidarxistin.
Rûdawê doh di raporekê de ew sedem eşkere kir ku bûye sedem PKK biryar bide merasîmê li Îdareya Serbixwe ya Raperînê li dar bixe.