Mesûd Pizîşkiyan: Îsraîlê hewl da min bikuje lê bi ser neket
Hewlêr (Rûdaw) - Serokomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan ragihand ku Îsraîlê hewl daye wî bikuje lê di hewla xwe de bi ser neketiye.
Serokomarê Îranê ji rojnamegerê Amerîkî Tucker Carlson re de axivî. Pizîşkiyan ragihand ku Îsraîlê hewl daye wî bikuje û tekez kir ku ew şer naxwazin.
Wî her wiha derbarê slogana "Mirin ji Amerîkayê re" jî got ku armanc jê ne gelê Amerîkayê ye.
Pizîşkiyan bû mêvanê bernameya rojnamevanê Amerîkayî Tucker Carlson û derbarê rojevê şerê Îran û Îsraîlê axivî.
Li ser pirsa ka "Gelo Îsraîlê hewl daye sûîkastê li wî bike?" Pizîşkiyan bersiv da û got, "Belê, wan hewl da û li gorî wê tevgeriyan lê ew bi ser neketin."
Derbarê pirsa ka welatiyên Îranê yên li Amerîkayê dijîn "şaneyên razayî" ne yan na, Pizîşkiyan got, "Îsraîl hewl dide vê yekê bixe nav hişê we.
Hûn belav dikin ku Îranî dikarin tiştekî wiha bikin lê ev bi temamî şaş e, ji ber ku Îranî ji cewherê xwe ve ji aştî û aramiyê hez dikin."
Pizîşkiyan da zanîn ku Rêberê Dînî yê Îranê Elî Xamineyî tekez kiriye ku ti sînordarî û astengî li pêşiya hilberînerên Amerîkî nîne ku werin Îranê û hilberînê bikin.
Serokkomarê Îranê her wiha got, "Serokê Amerîkayê (Donald) Trump xwedî wê şiyanê ye ku herêmê ber bi aştî û paşerojeke geştir ve bibe û Îsraîlê li cihê wê bide rûniştandin, an jî wê bikişîne nav çaleke bêdawî û zilmekê."
Pizîşkiyan diyar kir ku tiştek li pêşiya çalakiyên bazirganî, pîşesazî yan aborî yên hilberînerên Amerîkî li Îranê nîne û got,"Bêguman eger sînordariyek hebe, ew ne ji ber me lê ji ber dorpêçên Amerîkayê ye."
"Îran şer naxwaze"
Li ser pirsa ka di egera şerekî mezin de Îran dê li hêviya alîkariya serbazî û aborî ya ji Çîn û Rûsyayê be yan na, Pizîşkiyan got,"Hêza me bes e ku em xwe biparêzin û li ser her du lingên xwe bisekinin."
Pizîşkiyan careke din tekez kir ku Îran şer naxwaze û got ku ew dê "ji bo parastina yekparçeyiya axa xwe heta dilopa dawî ya xwîna xwe şer bikin."
Serokkomarê Îranê eşkere kir ku baweriya berpirsên Amerîkî ya derbarê çêkirina çekên atomî ji aliyê Îranê ve, ji aliyê Îsraîlê ve hatiye çandin.
Wî dilgiraniyên derbarê egera êrişa Îranê bo ser Amerîkayê red kir û tekez kir ku welatê wî di 200 salên dawî de ti welatek dagir nekiriye.
Pizîşkiyan eşkere kir ku slogana "Mirin ji Amerîkayê re" ne ji bo gel yan jî berpirsên Amerîkayê ye, lê tê wateya "mirin ji bo kesên ku dixwazin bibin hevparê komkujiyê, kuştina mirovan, neewlehiyê û zilmê."
Serokkomarê Îranê got, "Serokê we bi xwe îtîraf kir ku Amerîkiyan DAIŞ li herêma me afirand û ew ji wî wêneya şaş a ku li cîhanê derbarê dîn an jî Misilmanan de hatiye çêkirin berpirsiyar in."