Şingal (Rûdaw)- Peyamnêrê Rûdawê Berekat Îsa, ku ev çend roj in li kêleka bi hezaran kurdên êzîdî yên Şingalê li ser çiyayê Şingalê bêav û nan dijîn ragihand ku îro 51 kesên ku li ser çiyê bûn hatin rizgarkirin...
51 kes li ser çiyayê Şingalê hatin rizgarkirin û gihîştin bajarê Dihokê yê Herêma Kurdistanê.
Hêzên Pêşmerge yê Kurdistanê derbasî çiyayê Şingalê bûn û karîn 51 kesan ku endamên 9 malbatan bûn, rizgar bikin.
Peyamnêrê Rûdawê ragihand, ew kesên hatine rizgarkirin gihîştine devera Batêlê ya girêdayî bajarokê Sêmêlê yê parêzgeha Dihokê.
Şaredarê devera Batêlê Warşîn Mayî ji Rûdawê re got, heta niha 51 kes li ser çiyayê Şingalê gihîştine Batêlê û da zanîn, di nav wan de 21 jin û 14 zarok jî hene ku hemû silamet in û hemû pêdiviyên pijîşkî ji wan re hatine dabîkirin.
Hêzên Pêşmerge piştî ku duh karîn devera Dûrgirê ya Şingalê kontrol bikin derbasî bintara çiyayê Şingalê bibûn.
Nûtirîn wêneyên kurdên êzîdî yên îşev ji çiyayê Şingalê hatin rizgarkirin




Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse