Agirê li daristanên Îlamê nehatiye kontrolkirin

07-08-2017
Rûdaw
Nîşan Rojhilatê Kurdistan Îlam Daristan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di van çend rojên bihorî de çend caran agir bi daristanên parêzgeha Îlamê ya Rojhilatê Kurdistanê ket û heta niha jî agir li hin deveran berewam e.

 

Di 3 rojên bihorî de, agir bi daristanên Sîrwan, Melekşa, Eywan, Bedre û Çerdawil ketiye.

 

Agirê devera Çermîne ya ser bi bajarê Çerdawil roja şemiyê destpê kiriye û roja yekşemê hatiye kontrolkirin, lê îro careke din agir pêketiye.

 

Li gorî çavkaniyên navxweyî, ew agir ku li devera Lene ya bajarê Sîrwanê derketiye û rûberekî berfireh girtiye.

 

Devera Bustana Melekşa jî êvarî doh ve agir girtiye û ji ber ku agir mezin bûye, welatiyên sivîl tîmên taybet  ji bo kontrolkirina agir pêk anîne.

 

Daristanên devera Bedre ya ser bi bajarê Musî jî îro agir girtiye, lê zû hatiye kontrolkirin.

 

Li gorî çavkaniyan, daristanên ser bi bajarê Eywanê ve jî agir girtine û hîna nehatiye kontrokirin.

 

Parêzgeha Îlamê xwediyê 641 hezar hêktar daristanan e, ku bi germbûna hewayê di demsala havînê de metirsiya şewatê li ser 207 hezar hêktarên wan daristanan heye. 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst