Li Efrînê çekdarên girêdayî Tirkiyê Mala Êzidiyan xerab kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li Efrînê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar Mala Êzidiyan xerab kirin û dest bi avakirina dibistaneke Îslamî kirine li şûna wê.

Li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê, artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar li cihê mala Êzdiyan, dibistaneka Îslamî ava dikin.

Rêxistina Mafê Mirovan ya Efrînê ragihand ku artêşa Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê Mala Êzdiyan ya li navenda bajarê Efrînê xerab kirin.

Her li gor zanyariyên wê rêxistinê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar bi hemahengiya li gel komeleya bi navê Komeleya Şêx Ebid El-Nûrî ya Kiwêtî û Komeleya bi navê Destên Spî, li şûna Mala Êzidiyan dibistaneke Îslamî ava dikin.

Rêxistina Mafê Mirovan da zanîn ku, kevirê bingehîn yê Dibistana Îslamî di roja 3 Tebaxê hatiye danîn ku ew roja salvegera komkujiya Şingalê ya 2014an a li ser destê DAIŞê bû.

Bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê, 18ê Adara 2018an ket destê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên bi ser wê ve.

Binpêkirin û talana li herêma Efrînê ku bi destê wan grûpên çekdar rû didin, di gelek raportên navdewletî de jî hatine tomarkirin.