AMED – Di şer de xaniyê wê hat rûxandin, bi 6 neviyên xwe re di qaseya TIRê de dijî

Hewlêr (Rûdaw) - Li Amedê jineke 59 salî ku di Şerê Sûrê de xaniyê wê hatibû rûxandin, tevî 6 neviyên xwe di qaseya TIRê de dijî.

Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê, li ber çavê her kesî trajediyeke mirovî rû dide lê heta niha jî ti kesî jê re çareyek nedîtiye.

Ne rayedar û berpirsên herêmî û ne jî dewlemend û xêrxwazên deverê li halê jina ku tevî keça xwe û 6 neviyên xwe di qaseya TIRê de dijî nepirsiye.

Xanim Demîra 59 salî, ji feqîrî û bêderfetiyê tevî keça xwe û 6 neviyên xwe, havîn û zivistanan di qaseya TIRekê de dijî.

Xaniyê Xanim Demirê sala 2015an di Şerê Sûrê yê di navbera gerîlayan PKKyê û artêşa Tirkiyeyê de hate rûxandin.

Kurê wê jî hate girtin

Piştî ku xaniyê wê hate rûxandin ew çû li cem kurê xwe bi cih bû lê kurê wê jî hate girtin.

Xanim Demîr piştî girtina kurê xwe çû mala keça xwe lê piştî demekê, keça wê jî ji hevjînê xwe cuda bû û rewşa wan bi temamî têk çû.

Derfetên wan nînin ku ji xwe re malekê kirê bikin û ji neçarî ev 4 sal in di qaseya TIRekê de dijîn.

Ew qaseya TIRê jî ji hev de ketiye û xwediyê wê ew avêtiye kêleka rêyê.

Xanim Demîr niha tevî keça xwe û 6 neviyên xwe, havîn û zivistanan bê av û bê kareba di paşiya wê TIRê de dijî.