Li Xarpêtê qezaya trafîkê: 2 jê giran 4 kes birîndar bûn

Xarpêt (Rûdaw) - Li parêzgeha Xarpêtê ya Bakurê Kurdistanê di qezayeke de 5 otomobîl li hev qelibîn, 2 jê giran 4 kes birîndar bûn.

Qeza li Taxa Cumhuriyetê ya parêzgehê çêbû û tê de 4 otomobîl û motorsîkletek li hev qelibîn.

Di qezayê de 2 jê giran 4 kes birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê, polîs û tîmên agirvemirandin û tîmên tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin.

Birîndar, bi ambûlansan bo nexweşxaneyên bajêr hatin veguhastin.