DEM Partiyê ji Şaredara Silopyayê xwest îstifa bike

Hewlêr (Rûdaw) - Lijneya Birêvebiriyên Xwecihî yên Demokratîk a DEM Partiyê, Hevşaredara Silopyayê Jiyan Ormanli ji partiyê dûr xist û jê xwestr ku ji erka xwe îstifa bike.

DEM Partiyê bi hinceta ku “pêbendî sîstema hevserokatiyê” nabe 2yê Tîrmeha 2025an Hevşaredara Silopyayê şandibû lijneya dîsîplînê.

Lijneya Dîsîplînê ya DEM Partiyê li ser dosyeya Jiyan Ormanliyê biryar da û ew ji partiyê dûr xist.

Lijneya Birêvebiriya Xwecihî yên Demokratîk a DEM Partiyê îro derbarê Jiyan Ormanliyê daxuyaniyeke nivîskî weşand û îstifaya wê xwest.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Ormanli ji roja destpêkê ya destbikarbûnê ve xwe wekî tekane desthilatdar dîtiye û pabendî prensîbên hevserokatiyê nebûye.

Daxuyaniya DEM Partiyê wiha ye:

“Jiyan Ormanli helwestên bêusûl û bêrêbaz ên ku li dijî prensîbên partiya me ne, esas girtine.

Tevî van nêzîkatiyên wê yên ku bi prensîbên me yên partiyê re naguncin, gelek caran hem di asta kesayetî de hem jî bi rêya mekanîzmayên partiya me hevdîtin û civîn pê re hatin kirin.

Di van hemû hevdîtin û civînan de, Ormanli li şûna ku şaşî û kêmasiyên xwe bibîne, nêzîkatiyeke wisa nîşan daye ku her tim hincet ji pratîkên xwe yên neyînî re dîtine.”

Li aliyê din, me xwest li ser vê mijarê nêrîna Jiyan Ormaniyê wergirin lê me nekarî xwe bigihînin wê bi xwe.