VÎDEO - Ji ber benzînê 3 kes hatibûn kuştin: Wan kêliyan bibînin!

Hewlêr (Rûdaw) – Li Hewlêra paytext doh li benzînxaneyekê ji ber benzîna rijiyayî 3 kes hatibûn kuştin.

Dîmenên pevçûna şeva borî yê li benzînxaneyekê hatin belavkirin.

Li gorî agahiyan, rûdana bûyerê wiha ye:

“Du kes diçin benzînxaneyeke li ser rêya Hewlêr-Kesnezanê.

Dema dagirtina benzîna otomobîla wan, hinek benzîn dirije erdê.

Karmendê benzînxaneyê daxwaza pereyê benzîna rijiyayî û ya ku ji bo otomobîlê dagirtiye dike ku bi giştî 52 hezar dînarên Îraqê bûye.”

Ji ber vê yekê di navbera wan de nîqaş derdikeve.

Li gorî şahidên bûyerê, destpêkê tenê alî hinekî xwe li hev radikişinîn lê piştre karmendê benzînxaneyê diçe çekeke cureya kalaşînkovê tîne û guleyan li wan direşîne.

Di encamê de her du kes li cihê bûyerê tên kuştin û li derveyî benzînxaneyê jî guleyek li welatiyekî dikeve û ew jî dimire.

Dîmenên dema bûyerê: