Nêçîrvan Barzanî: Kurdistan her dem dê bibe welatê hemû pêkhateyan
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê di salvegera 92emîn a Roja Şehîdên Asûrî de peyamek belav kir û ragihand, “Kurdistan her dem dê bibe welat û warê hemû pêkhateyan.”
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peyama xwe ya Roja Şehîdên Asûrî li ser hesabê xwe yê Xê belav kir.
Nêçîrvan Barzanî ragihand:
“Em silavan ji giyanê qurbaniyên bêguneh ên komkujiya Sêmêlê re dişînin ku sala 1933yan li gel niştecihên zêdetir ji 60 gundên parêzgehên Mûsil û Dihokê, bûne qurbanên destê desthilatdariya Şahîtiya berê ya Îraqê.”
Nêçîrvan Barzanî tekezî li ser “parastina çanda bihevrejiyanê ya li Herêma Kurdistanê” kir û got
“Em tekezî li parastin û bipêşxistina çanda pirrrengî û bihevrejiyanê û qebûlkirinê dikin û hemû pêkhateyan piştrast dikin ku Kurdistan her dem dê bibe war û welatê hemûyan.”
7ê Tebaxê ji aliyê Asûriyan ve wekî “Rojê Şehîdên Asûrî” tê naskirin.
Salane Asûriyên Herêma Kurdistanê bibîranîna qurbanîyên komkujiya Sêmêlê û gundên derdorê dikin.